Elektrîka mala Kilicdaroglu hat birîn

Elektrîka mala Kilicdaroglu hat birîn

.

A+A-

 Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kilicdaroglu ragihand, elektrîka mala wî hatiye birîn.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu Sibata 2022ê ragihandibû, heta bihayên elektrîkê ku hatine zêdekirin paş de neyên kişandin dê wek bertek fatûrayên xwe yên elektrîkê nede.

Saziya elektrîkê îro 21ê Nîsanê elektrîka mala Kilicdaroglu birî. Kilicdaroglu li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Demek berî niha ji hevjîna min xeber da min, îro elektrîka me hatiye birîn. Ez ji bo milyonan derketin vê rêyê. Ev çalakiya min ne banga bêîtaatiya sivîlî ye. Ev berxwedanek e. Çalakiya min ji bo wê ye ku bibe dengê malbat û zarokên di tarîyê de mane.”

Hevjîna Kemal Kilicdaroglu Selvi Kilicdaroglu jî li pêş mala xwe ji rojnamevanan re axifî û got: “Em dikarin deynê xwe bidin, lê 4 milyon malbat hene ku nikarin deynê xwe bidin û elektrîka wan hat birîn. Me xwest em bi wan re di nav hevkariyê de bin. Dê derbas be, ewqas ne girîng e, em ê îdare bikin.”

Hikûmeta Tirkiyê ji destpêka sala 2022ê ve bihayê elektrîkê di navbera %50 û %130 zêde kiribû. Li dijî zêdekirian bihayên elektrîkê gelek nerazîbûn hatibûn nîşandan û li hinek bajaran xwepêşandan hatibûn kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin