Elî Dolemerî: Bêyî Kurdan ti pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin

Elî Dolemerî: Bêyî Kurdan ti pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin

.

A+A-

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî got, “Bêyî Kurdan ti pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin.”

Elî Dolemerî her wiha diyar kir ku Fransa hewl dide têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê baştir bike û got, “Herêma Kurdistanê ji bo aramiya Rojhilata Navîn bûye faktoreke sereke."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Koşka Elyseeyê ji aliyê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ve hat pêşwazîkirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî beşdarî bultena Rûdawê bû û li ser serdana Nêçîrvan Barzanî û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de axivî.

Elî Dolemerî derbarê girîngiya vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê ya Parîsê got, "Niha Herêma Kurdistanê faktoreke sereke ye ji bo aramiya Rojhilata Navîn, ji ber ku bêyî Herêma Kurdistanê ti guhertin nayên kirin û bêyî Kurdan ti pirsgirêk li Rojhilata Navîn nayê çareserkirin.”

Bi gotina Dolemrî Fransa dixwaze nêrîna Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de wergire.

Elî Dolemerî her wiha da zanîn ku Fransa her dem piştgiriya Herêma Kurdistanê dike û got, “Dixwazin têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê bikevin qonaxeke din û her du alî bi hev re welat bi rê ve bibin."

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir, "Eger Bexda û Hewlêr negihîjin rêkeftineke dawî, aramiya di warên pêşketin, aborî û xweşguzeraniyê de ji bo xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê nayê dabînkirin."

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Fransayê Elî Dolemerî bersiv da pirsên Senger Ebdurehman û ev jî pirs û bersiv in:

Rûdaw: Ew mijarên li ser maseya gotûbêjê ya Serok Macron û Serok Nêçîrvan Barzanî çi ne?

Elî Dolemerî: Belê, bê guman Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vexwendina fermî ya Serokkomarê Fransayê niha li Parîsê ye û li gel Serokê Fransayê li Koşka Elyseeyê dicive.

Çend mijar di hevdîtinê de hene, têkiliyên navbera Hewlêr û Parîsê pir girîng in ku tên axaftin, ji ber ku têkiliyên dîrokî ne û di asteke bilind de ne, dixwazin wan têkiliyan bibin warên din, ne tenê di warên dîplomasî û siyasî, her wiha di warê aborî, akademî, zanistî û kulturî jî.

Her wiha têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî pir girîng in, ji ber ku hûn dizanin Fransa siyaseteke taybet ji bo Îraqê û ji bo Herêma Kurdistanê heye.  Her dem jî gotiye ku ew piştgiriya Herêma Kurdistanê ya bihêz di çarçoveya Îraqê de dike ku ev yek pir girîng e.

Paşê rewşa herêmê bi taybetî Sûriyeyê tê axaftin ku niha li wî welatî desthilateke demkî heye. Niha dikarim bêjim Herêma Kurdistanê faktoreke sereke ye, despêkê wekî temaşekerekî bû lê niha wekî lîstikvanê qadê ye, ji ber ku ti guherîn li Rojhilata Navîn bêyî Herêma Kurdistanê nayên kirin.

Ev tên gotûbêjkirin, pêwendiyên di navbera Amerîka û Îranê û hemû rewş bi hev ve girêdayî ne. Fransa welatekî zilhêz e, endamê hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ye û dixwaze nêrîna Herêma Kurdistanê di hemû wan waran de bizane.

Herêma Kurdistanê di raboriyê de ew nîşan daye ku dikare bibe faktoreke sereke ya aramiya Rojhilata Navîn. Ev mijar û mijarên din jî tên gotûbêjkirin, çawaniya pêşxistin û xurtkirina pêwendiyan li gel welatên Ewropayê. Fransa rast e welatekî zilhêz e lê di Yekîtiya Ewropayê de jî pêwendiyeke baş a li gel Herêma Kurdistanê heye. 

Rûdaw: Mijar tenê wergirtina nêrînê ye yan bi gotina Herêma Kurdistanê jî dikin ji bo dîtina çareseriyê?

Elî Dolemerî: Bêguman wek min behs kir, Herêma Kurdistanê berê temaşevan bû di wan guherînan de ku li Rojhilata Navîn rû didan lê niha berevajî lîstikvaneke sereke ye, bêguman guh li nêrîna Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê Kurd tê girtin. Çimkî di raboriyê de me nîşan daye ku em dikarin bibin faktoreke aramiyê di herêmê de, me kariye wê hevsengiyê li gel hemû welatên derdorê ragirin.

Hûn dizanin niha li Rojhilata Navîn guherîneke bitemamî rû daye, çi li Sûriyeyê be yan li Libnanê, Îraq û Tirkiyeyê. Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê eger rola Herêma Kurdistanê nebe, nikare serketî be, her wiha li Sûriyeyê, di hemûyan de eger Herêma Kurdistanê nebe, bêguman nayê kirin ku ew aramiya ku heye were pêşxistin, çimkî Ewropa û welatên Ewropayê jî zêdetir girîngiyê bi Herêma Kurdistanê didin.

Em dibînin ku di şerê DAIŞê de Herêma Kurdistanê bû ku karî alîkarekî temam a welatên Yekîtiya Ewropayê û Amerîkayê be. Di vê rewşê de jî Kurd dikare roleke sereke bilîze di çareserkirina pirsgirêkan de, çimkî ti pirsgirêk li Rojhilata Navîn bêyî Kurd nayê çareserkirin.

Rûdaw: Fransa çima ew qasî di xema pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de ye?

Elî Dolemerî: Eger pêwendiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de baş nebe, pêwendiyên wan li gel welatên derve û Fransayê jî baş nabe û aramî û aştî venagere ji bo herêmê, venagere ji bo Îraqê, çimkî niha Îraq Îraqa berê nîne û jê re tê gotin Îraqa federal, li ser sîstema federal hatiye damezrandin.

Divê li Îraqê mafê hemû pêkhateyan bê dayîn bi Herêma Kurdistanê ve, em dibînin sala 2017an piştî bûyerên nexwestî ew Fransa bû karî nexweşiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gelekî kêm bike û her du jî careke din li ser maseyê gotûbêjê rûnin û niha pêwendî ber bi başbûnê ve diçin.

Du roj berê Serokwezîr Sûdanî li Herêma Kurdistanê li gel Serok Barzanî û Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî civîn hebû, ew dixwazin ew civîn bikevin qonaxekê ku her du bi hev re vî welatî bi rê ve bibin.

Fransa jî dixwaze alîkariya her du aliyan bike. Bêyî her du aliyan Fransa jî nikare cihê xwe li Herêma Kurdistanê û Îraqê veke.

Rûdaw: Biryar e parkek li Parîsê were avakirin û Serok Barzanî wê veke, ew mijar kengî tê bicihkirin?

Elî Dolemerî: Belê, bi dilxweşî dikarim bibêjim ev biryar hatiye dayîn di Konseya Şaredariya Parîsê de ku kolanek bi navê Pêşmerge bê vekirin û tenê dema wê maye. Ew kolane li cihekî stratejîk e, parkeke gelekî mezin û bi nav û deng a Parîsê ye, nêzîkî Eyfelê ye, nêzîkî cihê nûnertiyê ye jî.

Bîrok ji aliyê Serokê Fermanegehê Sefîn Dizeyî ve ji me re hat şandin, me jî wekî Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewleke gelekî cidî da çimkî di nav Konseya Şaredariya Parîsê de çendîn aliyên siyasî hene ji bo ku lihevkirin bê kirin û ji bo bi navkirina wê kolanê. Bi dilxweşî me karî li gel hemû wan aliyên nav Konseya Şaredariyê gotûbêj bikin û bi tevahiya dengan biryar li ser vî navî hat dayîn ku ji bo me jî cihê dilxweşiyê ye wekî rêzgirtinekê li têkoşîna Pêşmergeyan.

Her wiha Serokê Şaredariya Parîsê bi fermî Serok Barzanî vexwendiye, wekî Serok, Rêber û Pêşmergeyekî, çimkî Serok Barzanî her tim di hemû hevdîtinan de behsa wê kiriye ku pêşmergatî ji bo min şanazî ye û bilindtirîn paye ye, ji ber vê hem wek Serok, Rêber û hem wekî Pêşmergeyekî beşdariyê tê de dike.

Heta niha dema wê nehatiye diyarkirin lê di demeke nêzîk de ev park bi amadebûna cenabê Serok û şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku li vir jî aliyê Fransî beşdar dibe, tê vekirin, ev cihê şanaziyê ye ji bo gelê Kurd, bi taybetî ji bo Pêşmergeyên qehreman ên me.

Rudaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin