Elî Tekbaş: Zekî Muren guhdariya Hesen Cizîrî dikir

Elî Tekbaş: Zekî Muren guhdariya Hesen Cizîrî dikir

.

A+A-

 

Vokalîstê Grûpa Lawje Hunermend Elî Tekbaş ragihand ku yek ji xebatkaran TRT re ji wî re gotiye ku  "Zekî Mûren gelek caran dihat guhdariya dengê Hesen Cizîrî dikir."

Di beşa sêyem a rêze semînerên ku ji aliyê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ve tên organîzekirin de, hunermend  hêja Elî Tekbaş, bi moderatoriya hunermend Berfîn Aktay, behsa "rewşa muzîka Kurdî" kir.

Elî Tekbaş dema ku di bernameyê de bersiv da pirsên mêvanan, diyar kir ku li ser asta cîhanê hezkiriyên muzîka Kurdî hene  û xwedîlêderketina û parastina wê çandê jî erka wan e.

Tekbaş bîranînek ji salên xwe yên zanîngehê vegot û bal kişand ser hûrgiliyên li ser Zeki Murenê ku wek doyenê muzîka hunera tirk û "Roja Hunerê" tê naskirin.

Tekbaş got: “Dema ez li Zanîngeha Dîcleyê xwendekar bûm ji aliyê TRTê ve projeyek muzîkê dihat amadekirin. Mamosteyê min ji min xwest ku ez jî stranekê bibêjim. Min got ku ez Kurdî baştir dikarim Kurdî bibêjim û mamosteyê min jî qebûl kir. Ez bi ferzkirina mamosteyê xwe çûm Enqerê.

Min di stûdyoyê de kilamek Kurdî xwend, helbet paşê ew stran nexistin bernameya tomarkirinê. Lê dema min stran got kesek bi temn hat ba min ku diyar bû ew demeke dirêj e li wir (TRT) dixebitî.

Bi dilgermî silav da min û got `Bi xêr hatî, tu ji ku hatî` û min xwe da naskirin. Ji min re got `Tu dizanî ku min li vir şahidiya ji çi kiriye?` bû guman min meraq kir ku ev çi bû. Wî dest pê kir got; ‘Arşîva me li vir e, Zekî Mûren gelek caran dihat vir û diçû arşîvê. Plakek hebû, wî her tim guhdarî dikir. Ez dê tu carî ji bîr nekim, dengeke gelek bi hestiya ji wê plak, derdiket.  Min jê pirsî `Tê bîra te kî ye?` got `Kesekî ji Cizîrî bû`. Mûyên laşên min gêş bûn, ez pir bi heyecan bûm. Min digot teqez ew Hesen Cizîrî ye, min strana “Ez nexweş im gewra min e`. Paşê min pirsî ev e? Wî got `belê ev bû.`

Binêre, çûye cihê ku arşîva miletekî lê hatiye berhevkirin, li muzîka zimanê me guhdarî kiriye û belkî jî hestiyar bûye û giryaye. Niha tenê pirsgirêka min ew e ku ez zimanê xwe, muzîka xwe biparêzim. Lê carinan em rastî qedexeyên ziman û kincên xwe tên. Ez zimanê gel e, çanda wan e û ev bîranînek e."

Hesen Cizîrî an jî Hesen Cizrewî ku yek ji dengbêjên girîng ên muzîka klasîk a Kurdî ye, di sala 1917an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bûye. Cizîrî ku salên dirêj di beşa Kurdî ya Radyoya Bexdayê de xebatên xwe dimeşandin, di sala 1982an de li Zaxo koça dawî kir.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin