Elîzade: Em ji ber zextên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê ji Zirgiwêzê tên derxistin

Elîzade: Em ji ber zextên Îran, Îraq û Herêma Kurdistanê ji Zirgiwêzê tên derxistin

.

A+A-

​​​​Îbrahîm Elîzade ragihand ku ew ji ber zextên Îran, Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Kampa Zirgiwêzê derketin.

Sekreterê Komeleya Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê Îbrahîm Elîzade li ser derxistina wan a ji Kampa Zirgiwêzê ji Rûdawê re axivî.

Sekreterê Komeleya Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê Îbrahîm Elîzade bû mêvabê bultena Nûroj a Rûdawê.

Îbrahîm Elîzade da zanîn ku ew ji ber zextên Îran, Îraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji Kampa Zirgiwêzê derketine û li Kampa Sûrdaşê hatine bicihkirin.

Îbrahîm Elîzade da zanîn ku ew ne li ser rêkeftinê ji ber zextan ji kampê hatine derxistin.

“Zarokên me li Zirgiwêzê ji dayik bûn, şehîdên me li Zirgiwêzê ne”

Îbrahîm Elîzade amaje bi wê yekê kir ku ev salek e hewl tê dayîn ku ji kampê bên derxistin û wiha got:

“Valakirina Kampa Zirgiwêzê ji ber zêxtên Îranê, Îraq Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li Herêma Kesk jî ji ber YNKyê bû.

Ti rêkeftineke me nîne ku ji biryarê vekişin. Zêdetirî salekê ye ew zext li ser me her hebû.

Ev der xaka me ye. Me bi xwe ev der ava kir. 

Veguhastina Zirgiwêzê wekî veguhastina cihekî din e.

Zarokên me li vir ji dayik bûn, şehîdên me li vir in. Ev veguhestina gundekî ye ji bo gundekî din ê ku 50 kîlometreyan dûrî hevdû bin.

Komara Îslamî ya Îranê şerekî derûnî bi me re dike. Kampa Sûrdaşê aniha ji bo mayînê ne amade ye. Niha 10 malbat lê dimînin. Soz dane me ku dê kampê amade bikin.“

“Îran ji hêza me ya li nava xelkê Rojhilat ditirse”

Îbrahîm Elîzade behsa rêkeftina ewlehiyê ya Îran û Îraqê jî kir û wiha got:

“Îranê xwe bi ser Îraqê de sepandiye û ew biryara hatiye dayîn ne biryareke meşrû ye.

Îraq li ser zextên Îranê wan biryaran dide.

Ti xetereyeke me ya leşkerî ji vir ji bo Îranê nîne.

Me xwe amade kiriye ku karên sivîl û medenî bikin û ti hinceteke me jî nîne ku em ji vir ji bo herêmeke din bêne veguhastin.

Wisa diyar e Komara Îslamî ya Îranê di Şoreşa Jînayê de hêza me ya li nava xelkê Rojhilatê Kurdistanê dît û dixwaze hêza me ya li nava xelkê Rojhilatê Kurdistanê kêm bike.

Rejîma Îranê dixwaze îradeya bihêz a xelkê Rojhilatê Kurdistanê bişikîne.“

“Em bi Qûbad Talebanî re civiyan”

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm Elîzade eşkere kir ku ew bi berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyane û wiha got:

“Me belgenameya rêkeftina Îran û Îraqê nedîtiye û bi ti awayekî rêkeftin nîşanî me nedan.

Me ji kanalên medyayê rêkeftina Îraq û Îranê bihîstiye.

Êdî ew rêkeftin çi qas rast in û çi qas jî derew in em nizanin.

10ê Îlonê ne roja dawî ya valakirinê ye û behsa wê nehatiye kirin.

Em bi Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî re civiyan.

Biryar wisa ye ku piştî hemû amadekariyên li Kampa Sûrdaşê bi dawî bibin dê malbat biçin.  

Ti hizbên Rojhilatê Kurdistanê razî nebûne ku bi wî awayî ji kampê derkevin.“

Endamê Komîteya Navendî ya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Eta Nasir Seqizî ji Rûdawê re eşkere kiribû ku şandeyeke asayîşa Silêmaniyê ji wan xwestiye ku ji kampê derkevin.

Eta Nasir Seqizî eşkere kir ku li ser rêkeftina Îran û Îraqê ya ewlehiyê asayîşa Silêmaniyê ji wan xwestiye ku ji Kampa Zirgiwêzê ya Silêmaniyê derkevin.

Li gorî gotina Eta Nasir Seqizî divê heta 10ê mehê ti kes li Kampa Zirgiwêzê nemîne.

Hizbên Komeleya Şoreşgêr û Zehmetkêşên Kurdistanê ya Îranê, Rêxistina Kurdistanî ya Komunîst a Îranê û Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li Kampa Zirgiwêzê dimînin.

Rûdaw 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin