"Em ê li ser Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin"
.
Wezîrê Karên Derve yê Îspanyayê Jose Manuel Albares diyar kir ku ji bo li Sûriyeyê aramî û aştiyeke berfireh pêk were divê Îspanya û Yekîtiya Ewropayê (YE) bi Tirkiyeyê re hevkariyê bikin.
Albares beriya serdana xwe ya 15ê Çileyê ya Sûriye û Lubnanê daxuyaniyekê da çapemeniyê.
Albares diyar kir ku Îspanyaya ku di gelek mijarên Rojhilata Navîn de bi taybetî di mijara Filistînê de bi Tirkiyeyê re hevkariyê dike wê vê polîtîkaya xwe bidomîne.
Wî got, "Em ê di mijara Sûriyeyê de bi Tirkiyeyê re hevkariyeke awarte bikin. Tirkiye şirîkê pola yekem ê Îspanyayê ye. Hevkareke stratejîk a rast e. Dengê Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê, rola Tirkiyeyê ne tenê ji bo Îspanyayê jî pir girîng e û pir bi nirx e."
Albares, diyar kir ku ew gavên ku heta niha ji aliyê rêveberiya nû ya piştî rûxandina rejîma Esad li Sûriyeyê hatiye avakirin erênî dibînin û wiha dewam kir: "Em dibînin ku rejîm li Sûriyê tundiyê bi kar nayîne, dawî li dîktatoriya xwînrêj anî û zindan vala kir. Ev hemû îşaret in ku Îspanya pêşwazî dike."
Albares tekez kir ku ew piştgiriya rêveberiya nû ya Sûriyê dikin û da zanîn: "Em dixwazin piştgiriya wan bikin di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de ji bo misogerkirina yekparçeyiya xaka Sûriyê û serweriya Sûriyê û ji bo peydakirina pêdiviyên gelên ku di van 10 salên dawî de gelek êş kişandine. Herwiha em dixwazin ku di rewşa jinan, kêmîneyên olî û etnîkî de rêzdar be.
Ez hêvî dikim ku wê veguherînek aştiyane pêk were. Rêveberiya ku îro di serî de tevgereke leşkerî ye, divê veguhere tevgereke siyasî. Di rewşeke wiha de Îspanya wê her dem alîgirê Sûriyê û gelê Sûriyê be û ji bo ku YE jî li wir be wê her tiştî bike."
Derbarê êrîşên asmanî yên Îsraîlê bo ser Sûriyê jî Albares got:
“Yekparçeyiya xaka Sûriyê û serweriya Sûriyê wê her tim bibe hêmaneke bingehîn ku Îspanya wê biparêze. Destwerdaneke derve nabe. Helbet ev di serî de ji bo Sûriyê ne baş e, lê ji bo ewlehiya Rojhilata Navîn û gelê Îsraîlê jî ne baş e.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin