Em êrişen grubên çekdar ku ser bi Dewleta Tirk ve ne şermizar dikin

Em êrişen grubên çekdar ku ser bi Dewleta Tirk ve ne şermizar dikin

.

A+A-

Daxuyaniya Federasyona Komelên Kurd li Danmark ya di derbarê dagirkirina Efrînê li jêr e

"Em êrişen grubên çekdar ku ser bi Dewleta Tirk ve ne şermizar dikin

Dewleta Tirk 20/12-2017 li gel grubên paramilter û terorist bi balefirên şer, bi bejahîyê û bi çekên giran êrişî li ser Efrînê kirin û 18/3-2018 Efrîn dagîr kirin. Efrîn bajarekî kurdan e. 

Ji roja dagîrkirinê heta niha Efrîn di bin desthilata Tirkiyê de ye lê gelek grubên terorist û çekdar di bin çavdêriya Tirkiyê de Efrîn û gundewarên wê di nav xwe de dabeşkirine û ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkinên mafê mirovan wek, li ser dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.

Êvara 09.09.2024an. Z,Gruba bi navê “El’hemzat” xelkê Bajaroka “Basûtê” û Gundê “Bircebdalo” ji bo her dareke zeytonê bi ber 10 $ û ji bo her dareke bê ber 5 $ wek bac li ser gundiyan sepandin.

15/9-2024 Grûpa bi navê Sultan Silêman Şah (Emşat) gundê KAXIRê yê Efrînê dorpêç kirin. Hejmarek ji gundiyan girtin û hewl danku dest deynin ser dar û mal û milkên kesên ku ji gund koçber bûne. Piraniya zelam û xortên gund, bi tirsa girtin û kuştinê ji gund reviyan. Jinên gund xwestin van êrişên hovane bi xwepêşandanekê red kirin, lê çekdaran li jinan dan û gule li ser jinan reşandin û hejmarek jin jî birîndar bûn. Li KAXIRê gruba Emşat 8 $ wek bac danîne ser darên zeytûnan.

 

Paş dagîrkirina Efrîne bi hezaran kurd kocber bûn, li kampan dijîn û hêja newêrin vegerine ser malên xwe. Çeteyên militarist dixwazin dest danîne ser mal û zeviyan wan. 8000 $ bac ji gundiyên ku mal û zeviyên merivên xwe bi kar tînên tê xwestin.

Ji bo guhartina demografiya Efrîn û gundewarên wê hemû şêwên zordariyê tên bikaranîn. Li gundê KAXIRê berî dagîrkirina Efrîne 720 mal li gund dijiyan û hemû jî Kurd bûn, lê niha 375 malên Erebên hawirde hene û tenê 250 malên Kurdan mane.

Em êrişên hovane yên çeteyên çekdar ku di bin desthilatdariya dewleta Tirk de nin bi tundî şermizar dikin. Em daxwazê ji Dewleta Danmark, rêxistinên mafên mirovan, YM, YE û DYA dikin ku pêşiyê li van zordariyên nemirovane bigirin.

Em daxwaz dikin Dewleta Tirk ji Efrînê derkeve.

Em daxwaz dikin ku hemû gruben çekdar ji Efrînê derkevin.

Em daxwaz dikin Efrîn bikeve bin parastina Yekitiya Netewan.

Em daxwaz dikin ku mecal ji bo koçberên Efrînî bête dabîn kirin ku vegerin ser gundên xwe.

Federasyona Komelên Kurd li Danmark

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin