Emerîka: Grûpên çekdar Iraqê dikşînin nav şer
.
Wezareta Derve ya Emerîkayê dibêje, grûpên çekdar û milîs Iraqê dikşînin nav şer.
Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê Matthew Miller duh, Duşem 25ê Mijdarê, di konferansekî rojnamevanî de ragihand ku, pêwendiyek baş di navbera Washington û Bexdayê de hete û wan hikûmeta Iraqê agehdar kiriye ku ”dê grûpên çekdar û milîs Iraqê bikşînin nav şer.”
Wezîrê Derve yê Iraqê, Fûad Hisên jî dibêje ku, Îsraîl pilan dike ku rûbera şer li navçeyê berferhtir bike, da ku hin welatên din jî vegire û diyar kir ku, divê karekî dîplomasî yê berfereh bê kirin ji bo rawestandeina ”her gef yan êrîşekê” li ser Iraqê.
Heftiya borî, Îsraîlê nameyek ji Encumena Ewlakariyê ya Navdewletî re şand, ku tê de daxwaz kiriye ku guvaşe li hikûmeta Iraqê bike da ku dawî li êrîşên ku ji aliyê "milîsên ser bi Îranê ve" li dijî Îsarîlê tên kirin, bîne.
Destpêka heftiya borî, rojnameyek navdar a Îsraîlî belvkiribû ku, Îsarîl çend pilan ji bo encamdana êrîşên asmanî li Iraqê amade kirine. Plan bi armanckirina binesaziyê û navendên girîng yên li Iraqê dest pê dike, heta bigihe encamdana kiriyarên kuştinê yên li dijî rêberên milîsên Îranî li wir.
Beriya demekê jî, jêderên ewlekarî yên Iraqî eşkere kirin ku hikûmetê hemû tedbîrên pêwîst bo rûbirûbûna egera êrîşên asmanî yên Îsraîlî wergirtine. Jêderan diyarkir ku Serokwezîr Mihemed Şeyaa Sûdanî aliyên siyasî ji cidîbûna rewşê agehdar kir, eger milîs û komên çekdar êrîşên li ser Îsraîlê ji nav xaka Iraqê berdewam bikin.
Herweha berpirsên Iraqê ew nameya ku Îsarîlê pêşkeşî Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiribû, red kirin, û ew wek bihenayeke ji ”rewakirina êrîşkirin bo ser Iraqê” bi nav kirin.
Li aliyê din, li gorî çavkaniyên hin medyayên Erebî, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî di nameyekê de bang li Emerîkayê kir, ku li gorî peymana stratejîk a di navbera herdu aliyan de, asmanên Iraqê ji her êrîşekê biparêz e.
Di van mehên borî de, "Berxwedana Îslamî li Iraqê", ku komên ser bi Îranê ve dihewîne, gelek caran berpirsyariya xwe ji êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Îsraîlê raginadiye.
Hêjayê gotinê ye ku Fermandeyê Hêza Êzdîxanê, Heyder Şeşo ragihandiye ku ”beşek ji komên çekdar ên Îraqî hewil didin ku çiyayê Şingalê ji bo êrîşa li ser Îsraîlê bikar bînin, lewma tirsa wê yekê heye ku Îsraîl êrîşî wê navçeyê bike.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin