Emerîkayê dayîna F-35an bo Tirkiyeyê radiwestîne
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro danê êvarê wê reşnivîsa budçeyê îmze bike. Budçe, ya sala 2019an e. Di reşnivîsê de diyarkirî ye ku frotina balafirên F-35an bo demekê bidin rawestandin.
A+A-
Piştî Trump vê reşnivîsa budçeyê îmze bike, dibe qanûnî û tê de bo firotina F-35an bo Tirkiyê sînor tê danîn. Amerîka wê F-35an nede Tirkiyê heya rapor amade bibe bê wê Tirkiyê ji bernameya F-35an derxin an na.
Pentagon dê bi wezareta karên derve re bişêwire û di nava 90 rojan de di derbarê pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê re raporê amade bike.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin