Emerîkayê di derbarê Minbicê de daxuyanî da
Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got, piştgiriya “mekanîzmaya ji bo rêya hevkirinê li Minbicê pêk bîne” dikin.
A+A-
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li Brûkselê hevdîtinek pêk anîn.
Mevlut Çavuşoglu piştî civînê diyar kir ku wan ser nexşeya rêya derbarê Minbicê de li hev kirine û got: “Eger ew pêvajoya ku em beriyê de axivîbûn bê şopandin divê YPG ji Menbicê derkeve, eger nebe em ê wek Efrînê mudaxaleyê Menbicê jî bikin.”
Berdeveka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert jî piştî civîna navborî daxuyaniyek da û ragihand ku ew piştgiriya mekanîzmaya ji bo rêya hevkirinê li Minbicê pêk bîne dikin.
Nauert herwiha da zanîn di hevdîtina Pompeo û Çavuşoglu de Pompeo aniye ziman ku ew derbarê xebatkarên Amerîkayê yên li Tirkiyê girtî de dilgiranin.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin