Emerîkayê hêzeke 'taybet' şande Minbicê

Emerîkayê hêzeke 'taybet' şande Minbicê

Bi sedema gefên Tirkiyê, Amerîka hêzeke bêtir ber bi bajarê Minbic ve şand û ew hêz li bakurê wî bajarî belav kir.

A+A-

Nûçegihanê Kurdistan24ê li Minbic ragihand, Amerîka ew hêz şandiye Minbicê, da ku parastina wî bajarî bike û beşdariyê di avakirina bingeheke serbazî de, li bakurê wî bajarî bike.

Li gorî daxuyaniyên fermandeyekî wê hêza Amerîkî, wê Amerîka hejmarekê ji hêzên xwe yên taybet li bakurê Minbic belav bike û piştî çar rojan ew hêz wê derbasî deverê bibe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin