Encumena Asayişa Kurdistanê agahiyên nû û îtirafên tohmetbarên êrişa Hewlêrê eşkere kir

Encumena Asayişa Kurdistanê agahiyên nû û îtirafên tohmetbarên êrişa Hewlêrê eşkere kir

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafên êrişkarên êrişa 17ê vê mehê ya Hewlêrê ku tê de dîplomatekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, belav kir.

A+A-

Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê îtirafên êrişkarên êrişa 17ê vê mehê ya Hewlêrê ku tê de dîplomatekî Tirkiyê û du welatiyên Herêma Kurdistanê hatibûn kuştin, belav kir.


Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de agahiyên nû li ser êrişa Hewlêrê ji raya giştî re eşkere kir, her wiha îtirafên tohmetbarên wê rûdanê jî belav kir.


Di daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê de hatiye gotin: “Roja Çarşemî 17-7-2019 bûyereke teqekirinê li xwaringeheke bajarê Hewlêrê çê bû ku di encamê de karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bi navê Osman Kose û du hevwelatiyên Herêma Kurdistanê bi navê Nerîman (Osman Mihemed Elî) û (Beşdar Remezan Salih) bûne qurbanî.”


Encumena Asayişa Herêma Kurdistnaê dibêje: “Hêzên Asayiş û Dijîterora Kurdistanê karîn di demeke kêm de şeş kesan, di pêwnediya li gel vê bûyerê de desteser bikin ku sê kes ji wan welatiyên Tirkiyê ne, di nava wan de encamderê serekî yê bûyerê yê bi navê Mazlûm Dag heye. Sê kes jî ji hevkar û alîkarên encamderên bûyerê welatiyên Herêma Kurdistanê ne. Herwiha çend kesên din jî ku têkilî bi vê bûyerê hene, û ji aliyê yasayê ve hatine daxwazkirin, lidûvçûn li ser wan berdewam e.” Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin, ku pilana êrîşê ji aliyê berpirsekî PKKê yê bi navê Fatîh (Botan) ve hatiye danîn.


Di daxuyaniya xwe de, Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Li gor îtîrafên tometbaran, bûyer terorîstî ye û çend meh berî niha ji aliyê berpirsekî PKKê bi navê Fatîh (Botan) li Qendîlê plan jê re hatiye danîn, bi armanca terorkirina karmendekî Konsulxaneya Tirkiyê û herî dawî têkdana ewlehiya Asayişa Herêma Kurdistanê. Her li gor îtîrafên encamderê sereke yê vê bûyera terorîstî, herdu hevwelatiyên Herêma Kurdistanê tenê bi gumana ku pasevanên dîplomatê Tirkiyê ne, hatine kuştin.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin