Encûmena Asayişa Kurdistanê nûçeyên ajansên Îranê red dike
.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê îro Pêncşemê diyar kiribû ku êrîşa şeva borî ya bi dronê ser Hewlêrê ji aliyê milîsên Hizbullahê ve hatiye kirin. Ajansên nûçeyan ên Îranî jî gotin ku armanca êrîşê "Serokê MOSSADê yê li bakurê Iraqê" bûye lê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ev nûçe red kirin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê roja Pêncşemê 9ê Hezîrana 2022an daxuyaniyek belav kir û ragihand, êrişa terorîstî ya şeva borî ya li ser Hewlêrê berdewamiya wan êrişan e ku hewl didin fişaran li ser Herêma Kurdistanê durist bikin.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihandibû drona ku di êrişê de hatiye bikaranîn, ji bajarokê Pirdê ji aliyê milîsên Hizbullahê ve hatiye kirin.
Piştî êrîşê, ajansên nûçeyan ên fermî û nefermî yên Îranê ragihandin ku armanc berpirsekî Mosadê bûye. Ajansa fermî ya Îranê Seda û Sîma wêneyekî otomobîlekê belav kir ku wêneyeke ji aliyê Rûdawê ve hatiye belavkirin bi kar aniye û ragihandiye, “Serokê MOSSADê li bakurê Iraqê û cîgirê serokê beşa terorê MOSSADê di êrîşeke dronî ya du kîlometran dûrî konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê hat kuştin."
Bi êrîşa şeva bihorî re di dema nêzî sal û nîvekê de 12 caran êrîşî bajarê Hewlêrê û derdora wê hatiye kirin. Beriya vê êrîşê, cara dawî di 11ê Îlona 2022an de êrîşek bi dronan bo ser Firokexaneya Hewlêrê hatibû encamdan, lê ti zirarên canî çê nebûbûn.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin