
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
.
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê got, “Hin alî û kom hewl didin pêvajoya aştî û aramiyê li herêmê asteng bikin."
Duh droneke bombekirî li Amediyê êrişî xaleke hêzên Pêşmerge kir û ji ber vê yekê 3 Pêşmerge birîndar bûn.
Her wiha îro jî li heman cihî bi droneke din êrişî xaleke Pêşmerge hat kirin û ji ber vê yekê 2 Pêşmerge birîndar bûn.
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da û diyar kir ku rewşa birîndaran baş e.
"Rewşa tenduristiya Pêşmergeyan baş e"
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:
“Doh û îro sibehê komeke terorîst, di du êrişên cuda de, bi dron baregehên hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Dihokê kiriye armanc û di encamê de 5 Pêşmerge birîndar bûne.
Rewşa birîndaran baş e û Pêşmerge bi îradeyeke polayî amade ne ku bersiva her cure plan û êrişên dijminan bidin.
Di demekê de ku pêvajoya aştiyê li Bakur û konferansa yekîtiya aliyên Kurdistanî li Rojava û pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma (Kurdistanê) li ber temambûnê ye, hin alî û kom hewl didin pêvajoya aştî û aramiyê li herêmê asteng bikin.
Em li Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê di gel şermezarkirina van êrişên terorîstî, hişyariyê didin hemû ew kom û aliyên ku ewlehiya Herêma Kurdistanê dikin armanc.
Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiya navxweyî amade ne ji bo bersivdana guncav a ber bi her êrişeke têkder.”
Îro li sînorê navçeya Amêdiyê di encama ketina dronê de 2 Pêşmerge birîndar bûn.
Her wiha doh jî li Amêdiyê dronek bombebarkirî xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmergeyan teqand û 3 Pêşmerge birîndar bûbûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin