Encumena Êzidiyên Sûriyê daxwaza parastina Êzdiyên Efrînê dike

Encumena Êzidiyên Sûriyê daxwaza parastina Êzdiyên Efrînê dike

.

A+A-

Encumena Êzidiyên Sûriyê li ser bi zorê Misilmankirina Êzidiyan li Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyekê de Encumena Êzidiyên Sûriyê ragihandiye ku li gundê Qîbarê yê Herêma Efrînê, 2 kesên Êzidî bi zorê kirine Misilman û ew yek şermezar kiriye.

Encumena Êzidiyên Sûriyê dibêje, ew her du kes bi kuştina 2 kevokên grûpeke çekdar hatine tawanbarkirin, lê ew çîrokeke çê kiriye, piştre çekdar gefê li wan dixwin û dest datînin ser mala wan piştre têne neçarkirin ku bibin Misliman.

Di vîdyoyekê de ku li ser torên civakî hatiye belavkirin, şêxekî opozîsyonê bi navê Ehmed Zeyîk di nava 2 birayên Kurdên Êzidî de rûniştiye û wan dike Misilman.

Encumena Êzidiyên Sûriyê dibêje, çekdar bi zorê Kurdên Êzidî ji cihên bav û kalan koçber dikin û ol û kultura wan qedexe dikin.

Encumen bang li aliyên siyasî yên Kurd dike ku li hemberî tişta li Efrînê û li dijî wan çêdibe bêdeng nemînin.

Li gor daxuyaniyê, Encumena Êzidiyên Sûriyê ji ENKS jî dixwaze li Efrînê rola xwe pêk bîne û çi tiştên Kurd jê dixwazin pêk bîne

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Encumena Êzidiyên Sûriyê bang li civaka navdewletî jî dike ku zextê li Itîlafê bikin ji bo ku çekdar ji Efrînê derkevin.

Encumen herwiha daxwaz dike, rêveberiya herêma Efrînê ji bo encumenên xwecihî were radestkirin û ewlekariya herêmê ji aliyê polîsên medenî ve were parastin.

Encumena Êzidiyên Sûriyê herwiha bang li Tikiyê jî kir û jê xwest ku Êzidiyên Efrînê biparêze û rê li ber grûpên terorîst û binpêkirinên wan bigire.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin