Encûmena rêveberîya YNKê helbijartina serokê partîyê bo demekî paşxist
Encûmena rêveberîya YNKê bo demekî helbijartina serokê partîyê paşxist, wek sedem jî guhertina peyrewa navxwe nîşan da.
Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên BasNewsê berpirsê payebilind ên YNKê li ser vê rêkeftine ku bo demekî helbijartina serokê partîyê paşbixin, ku baskên wê partîyê yekdengîyekî derbarê kesekî nav xwe de ava bikin. Bi taybet jî ji ber yek ji namzedan Bavil Celal Talabanî yê kurê sekreterê giştî yê berê yê YNKê ye.
Bendewarî hene ku endamê encûmena rêveberîya YNKê yê herî bi temen Mistefa Çawreş, serpereştîya yekem civîna encûmenê bike û Mistefa Çawreş ji BasNewsê re ragehand, heftîya bê yekem civîna encûmena giştî ya rêveberîya YNKê dê birêve biçe.
Herwaha dîyar kir, di civînê de peyrewa navxwe ya YNKê dê li berçav re bê derbas kirin û hin pirsên din jî de dê zelalî pêkbê.
Mistefa Çawreş zanyarîyên derbarê paşxistina helbijartinên serokê YNKê de piştrast kir û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di yekem civîna encûmena giştî ya rêveberîyê de serokê YNKê nayê helbijartin. Ji ber destwerdan li peyrewa navxwe ya YNKê nehatîye kirin. Ji ber divê zelalîyek çêbibe, gelo dê peywira sekreterê giştî yê YNKê emê bihêlin yan dê bibe serok. Eger dê bibe serok çend cîgirên wî dê hebin? Ji ber wê di yekem civînê de serok nayê helbijartin.’’
Herwaha dîyar kir ew bi rêya dengdana endamên encûmena giştî ya rêveberîyê ve peywira serokê partîyê dê zelal bikin û red jî kir ku kesekî heta naha xwe bi fermî wek namzed nîşan dabe.
Berî naha cîgirê berpirssê malbenda Duhokê Qadir Hesen ji BasNewsê re ragehand, ‘’Qasê ez agahdarim Bavil Talabanî yek ji wan kesane ku xwe bo peywira serokê YNKê dê bike namzed.’’
Basnews
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin