Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê bangî civaka navdewletî kir
Encûmena Tenduristiyê ya Efrînê piştî bi balafirên şer lêdana Nexweşxaneya Avrînê ku gelek kesan di encamê de can da, daxuyaniyek belav kir.
A+A-
Di daxuyaniya bangewaziya Encûmena Tenduristiyê de hat gotin, "Nexweşxaneya Avrînê ku bi sedan birîndar lê dihatin tedawîkirin û gelek doktor û hemşîre lê kar dikirin hatiye bombebarankirin."
Encûmena Tenduristiyê bang li komîteyên tenduristiyê yên navdewletî kir ku bi erka xwe bilîzin û êrîşa ser nexweşxaneyê wekî 'pêkanîna qetlîamê' hat binavkirin.
Nexweşxaneya Avrîn nexweşxaneya herî mezin a Efrînê ye ku ji destpêka operasyona artêşa Tirkiye û komên girêdayî wê ji birîndar li wir têne tedawîkirin.
Li gor nûçeyan di encama êrîşa hewayî de 15 cenaze hatine tesbîtkirin û gelek jî birîndar hene ku hîn windahiyên bombebarana nexweşxaneya Avrînê zelal nebûne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin