Encûmena Wezîran bi amadebûna Serokwezîr îro dicive
.
A+A-
Bo guftûgokirina yasaya çaksaziyê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran dicive.
Li gor Nivîsgeha Ragihandin û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê destnîşan kir, Encûmena Wezîran di çarçova yasaya çaksaziyê de, du reşnivîsan (peyrewa mafên zîndaniyan û girtiyên siyasî) û (siyaseta diyarkirina maf û îmtiyazên mîratgirên şehîdan) guftûgo bikin.
Herwiha wê Encûmena Wezîran rapora taybet a jenosîda tawanên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê guftûgo bike.
43emîn civîna Encûmena Wezîran, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî tê girêdan.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin