
Encûmena Wezîran dawî pêşhatên taybet bi Korona guftûgo dike
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî dicive û dawî pêşhat û pêngavên dahatî yên rûbirûbûna vîrusa Korona û berdewamîya bazirganîyê guftûgo dike.
A+A-
Navenda Nûçeyan - Jêderekî ji Encûmena Wezîran ji K24ê re ragihand, îro Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştîya Mesrûr Barzanî dicive.
Amaje bi wê da, di civînê de dawî pêşhatên taybet bi vîrusa Korona, pêngavên dahatî yên rûbirûbûna wê vîrusê û berdewambûna bazirganîyê û zîyanên aborî yên vîrusê tên guftûgokirin.
Herwiha di tewereke din a civînê de, rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê tê nirxanin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin