Endamê Kongreya Amerîkayê li ser Kerkûkê axivî: ‘Nayê qebûlkirin’

Endamê Kongreya Amerîkayê li ser Kerkûkê axivî: ‘Nayê qebûlkirin’

.

A+A-

Endamê Kongreya Amerîkayê Andy Ogles, li ser şer şehîdkirina Kurdan a li Kerkûkê got ku “Kuştina mirovên bêtawan nayê qebûlkirin.”

Andy Ogles destnîşan kir ku Amerîka girîngiyê dide pêwendiyên bi Kurdan re.

Ogles di heqê petrola Kurdistanê de ragihand, “Girîng e destûr were dayîn ku gelê Kurd di serî de petrola xwe û tevên berhemên xwe yên din xwe îxrac bike”

Andy Ogles anî zimên ku “Gelê Kurd ji bo min girîng e” û herwiha “Amerîka girîngiyê dide pêwendiyên bi Kurdan re.”

Rûdaw: Civîna we ya bi parêzgarê Hewlêrê re çawa bû? Ev civîna we ya duyem e. Civîna we çawa derbas bû?

Andy Ogles: Ez ji ber vê civîna diduyan gelekî kêfxweş im. Dema ku em cara ewil civiyan ez serokê şaredariyê bûm û min dikir ku bibim endamê kongreyê. Êz êdi endamê kongreyê me.

Amerîka girîngiyê dide pêwendiyên bi Kurdan re. Li kû derê dibe bila bibe girîng e ku demokrasî pêş bikeve. Êrişa her welatekî yan neteweyekî ya li hemberî demokrasiyê êrişeke li hemberî me hemûyan e. Ji ber vê yekê jî girîng bû ku em dîsa bên cem hev û em nîqaşê li ser bikin bê ma dê Amerîka û gelê Kurd çawa bi hev re bixebitin.

Rûdaw: Min divê ez bi taybetî behsa mijarên taybet ên bi pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê re têkildar bikim. Hûn dizanin Bexda ne amade ye ku pişka Herêma Kurdistanê ya budceyê bişîne. Rayedarên Herêma Kurdistanê amaje pê dikin ku Bexda budceyê wekî çekeke stratejîk bi kar tîne. Hûn van mijaran çawa dinirxînin û hûn dê li ser hevahengiya ku welatê we ji bo çareserkirina van mijaran dike çi bibêjin?

Andy Ogles: Me di civîna xwe de qala van mijaran kir. Em dê paşêrojê van mijaran bi awayekî berfirehtir binirxînin.

Bi rastî ez li ser rol û kapasiteya hikimraniya Îranê ya di nîqaşên budceyê de bifikar im. Kamîranî û azadiya aborî di tevên demokrasiyan de rêya pêşketinê ye.

Îran li tevahiya cîhanê nîşan dide ku heta ku ji destên wê were ew dê xisarê bigihîne demokrasiyê. Êrişî Amerîkayiyan dikin, Êrişî Îsraîliyan dikin, êrişî gelê Kurd dikin.

Ji ber vê yekê jî girîng e li her cihê ku Îran dixwaze lê bibe serdest em li dijî wê bi hev re bixebitin.

Rûdaw: Pirseke min jî li ser bûyerên dawiyê yên li Kerkûkê ye. Dibe ku haya we jê hebe û nîqaşên we jî çêbûbin. Xwepêşandan hatin kirin, hinek partiyên Ereban rê girt û wan rê neda ku partiyeke Kurdan vegere avahiya xwe ya li Kerkûkê. Li ser vê yekî jî xwepêşanderên Kurd xwest ku rê were vekirin lê hêzên ewlehiyê êrişî Kurdan kir. Wan çar kes kuştin, bi dehan kes girtin û gelek kes jî birîndar kirin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin? Ji bo ku di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Kurd û Ereban herwiha Hewlêr û Bexdayê de roleke wê hebe hûn çi pêşniyarî hikûmeta xwe dikin?

Andy Ogles: Belê, ev demek e ku nakokî hene. Ji bo fêhmkirina bê ma çi rû daye û çima rû daye, herwiha ji bo ku em fêhm bikin bê em dikarin çi bikin ji bo ku ev pevçûnên dijminane yên li bajêr dubare nebin ez dê lêpirsîneke fermî bikim.

Ez ji dil û can diayan ji qurbaniyên van êrişan û malbatên wan re dikim.

Mafê mirovan heye ku bigihin hev û xwepêşandanên aştiyane bikin. A girîng ew e ku xwepêşandan aştiyane bin. Heke bi şiklê ku ji min re tê gotin hikûmeteke ku xwepêşanderan dikuje hebe, bi vê yekê re pirsgirêka min heye.

Rûdaw: Hûn van êrişan şermezar dikin?

Andy Ogles: Ji bo em tevên hûrgiliyan fêhm bikin em bûyeran bi awayekî fermî dişopînin lê li kû dera cîhanê dibe bila bibe kuştina mirovên bêtawan nayê qebûlkirin.

Rûdaw: Erê, Hikûmeta Amerîkayê jî şermezar kir. Ev çend meh in ku hinartina petrola Kurdistanê hatiye ragirtin. Ev pirsgirêkeke mezin e çimkî li Herêma Kurdistanê hinek şirketên Amerîkayê jî hene û ev rûbirûyî astengên mezin dibin. Van şirketan bangî Hikûmeta Amerîkayê û Kongreyê kir ku berpirsiyariya xwe ya di vê mijarê de bînin cih. Gelo ji bo ku petrola Kurdistanê di demeke nêzîk de dîsa were hinartin Kongreya Amerîkaye dikare roleke çawa bigire ser milên xwe?

Andy Ogles: Ev, yek ji wan mijaran e ku divê em û Hikûmeta Îraqê li ser wan bixebitin. Em dibînin ku Rûsya û Erebistana Siûdiyê hilberîna petrolê kêm kiriye, vê yekê li seranserê cihanê bihayê petrolê zêde kiriye û ev jî bandoreke xirab li tevê cîhanê dike.

Ji ber vê yekê jî girîng e destûr were dayîn ku gelê Kurd di serî de petrola xwe û tevên berhemên xwe yên din xwe îxrac bike.

Rûdaw: Pirsa dawiyê, plana we heye ku hûn di demeke nêzîk de Herêma Kurdistanê ziyaret bikin?

Andy Ogles: Erê, ez li ser hûrgiliyên ziyaretê dixebitim. Gelê Kurd ji bo min girîng e û beşeke girîng a herêma min e. Tiştekî din min biqasî vê ziyaretê kêfxweş nake. Herwiha me parêzgehê xwe vexwend da ku were Washington D.C.yê û Muzeya Kongreyê ziyaret bike.

RUDAW

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin