Endazyarên ASELSANê têrkî Tirkiye dikin
Welatiyên Tirkiyê ên zana û xwende ji Tirkiyê direvin. Parlamenterê CHPê İlhami Ozcan Aygun, mijara koça endazyaran ku tenê ji ASELSANê dora 200 endazyar, herwiha ji TUBITAK, TAÎ jî gelek xebatkar koç dikin anî rojeva Meclîsê.
Serokê Konseya Rêvebiriya ASELSANê jî ev yek piştrast kir û got endazyarên ku ji Tirkiyê koçî welatên din kirine çend sed in, dora 200 kes in û herwiha bo tespîtkirina sedema koça wan jî lêkolîn dane destpêkirin û da ku veqetînên wan bisekinînin mûçeyên wan hatine zêdekirin.
Parlamenterê CHPê Aygunî got luksa Tirkiyê tune ku xebatkarên pispor ên di Karsaziya Parastinê de dixebitin winda bike û li ser zêdekirina mûçeyan jî got: "Divê rêvebir hişê xwe bîne serê xwe. Bi zêdekirina mûçeyan, ev pirsgirêk çareser nabe. Heke rewşa hiqûq, perwerdehî, demokrasî û zanistê bînin ber çavan, welatiyên me pêşeroja xwe li vî welatî nabînin.
Aygunî got daxwaza lêpirsîn û pirsên ku bo parlementoyê hatî pêşkêşkirin ji aliyê Amerîkayê ve jî tê şopandin. Kovara Jane's Defence Weekly ku di warê parastinê de kovareke girîng e, daxwaza lêpirsîn û pirsê yên di vê mijarê de wergerandiye Îngîlîzî û weşandiye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin