
Enes el- Abde bû serokê Opozisyona Sûriyê
Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê hilbijartina bo serokatî û rêveberiya nû lidarxist.
Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê li Stenbolê hilbijartina bo serokatî û rêveberiya nû lidarxist. Di encama hilbijartinê de Enes el-Abde bû Serokê nû yê hevpeymaniyê û Abdurahmann Mustafa jî bû Serokê demkî yê hikûmeta Sûriyê. Ji ENKSê Dr. Abdulhakim Beşar jî bû Cîgirê Serokê Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê.
Abdurrahman Mustafa - Serokê Hikûmeta Demkmî ya Sûriyê, got:"Encûmena Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê hilbijartina xwe lidarxist û serokê xwe yê nû hilbijart. Ji bo Serokatiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê Enes el-Abde û ji bo Serokê Hikûmeta Demdemî ya Sûriyê jî Abdurrahman Mustafa hate hilbijartin. Di hilbjartinê de Enes el-Abde ji 82 endamên lijneyê dengê 75an jê wergirt. Abdurrahman Mustafa jî di Kongreya Asayî ya 46emîn de bi 54 dengan bû Serokê Hikûmeta Demdemî ya Sûriyê. Wek Cîgirên Hêzên Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê jî Dima Musa, ji ENKSê Dr. Abdulhakim Beşşar û İkab Yahya hatin hilbijartin.
Niştimanî ya Kurdan wek hûn dizanin parsûyê bingehîn yê hêzên Hevpeymaniya Sûriyê ye. Ez jî nûnerê Encûmena Tirkmenan im. Em dû salan bi hev re gelek nêzîk xebitîn. Êş û azar hev baş dizanin. Hêvî û daxwazên me yên bo dahatûya Sûriyê wek hev in digel Kurdan. Loma di prosesa nû ya îcraetê de wek hikûmet em ê tû cûdatiyê nekin û bi hemû pêkhateyan re hevaheng tevbigerin. Ji ber ku çi Kurd çi Areb, Tirkmen, Ermenî û Aşûrî daxwaza me, avakirina Sûriyeyeke demokratîk e û cîbicîkirina maf û azadiyan e. Di xizmetan de jî em ê digel Kurdan tevbigerin. Ji ber ku wek min got, ew parsûyê sereke yê hevpeymaniyê ne û ev hassasiyet hemû wê li ber çav bêne girtin."
Piştî hilbijartin bi dawî hatin di Komîteya Siyasî ya Serokatiyê de yek kes Dr. Abdulhakim Beşşar wek Cîgirê Serok di prosesa nû de wê di şuna Abdûlbasît Hemo de kar bike. Herwiha di Komîteya Giştî ya Siyasî de jî ku ji 19 kesan pêk tê du Endamên Encûmena Niştimanî yên ENKSê di navê de cih girtin. Abdullah Geddo û Dr. Zûher Muhammed. Di dema pêşiya me de tê çaverêkirin ku ev komîteya siyasî di serî bi Emerîka û welatên Ewropayê re ji bo dahatû û çareseriya Sûriyê hevdîtinan pêk bîne.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin