Enfal, birînek necebirî bi bedena Kurdistanê ve -Şehab Xalidî*

Enfal, birînek necebirî bi bedena Kurdistanê ve -Şehab Xalidî*

.

A+A-

Şehab Xalidî

Enfal navê heştem sûreta Quranê ye û tê wateya talankirin û helaliya wan deskeftên ku di dema şer de bi dest dixî.

Rejîma Beis bi serokatiya pêncemîn serkomarê Iraqê Sedam Husên, navê operasyona qirkirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê danî “Enfal”, bo vê ku rewayî û rewabûnê bide girtin û kuştin û talankirina mal û halê Kurdan. Mixabin di proseya enfalê de caş û îxanetkaran gelek alîkariya rejîmê kirin.

Rejîma Beis piraniya wan girtiyan ku jin û zarok û pîr jî di nav de bûn, bo çolistanên başûrê Iraqê veguhastin. Di nav çolistaneke parêzgeha Musena (li qezaya Semawe) kelha Nogre Selman heye ku bi sedan jin û zarok û pîr ên enfalkirî di nav kelhê de li ber têhnîtî, birçîtî an jî îşkenceyê canê xwe ji dest dan, ku termê beşek ji wan bû xwarina kûçikên reş ên wê çolistanê.

Komkujiya Barzaniyan

Rejîma Beis a Iraqê şefeqa roja 31.07.1983`an heya 10.08.1983`an operasyonek li dijî Barzaniyan li kempên Qûştepe, Behirke, Herîr, Batas û Diyana bi rê ve bir. Ew opersayon di sê qonaxan de hate cîbicîkirin:

Qonaxa yekem: Şefeqa roja 31.07.1988`an hêzên çekdar ên rejîma Iraqê barzaniyên kempa Qûştepe veguhastin bo du kempên Quds û Qadisiye li derdora parêzgeha Hewlêrê.

Qonaxa duyem: Roja 10.08.1983`an hêzên çekdar ên rejîma Beis bi sedan kesî  li kempên Herîr, Diyana û Behirkê destbiser kirin.

Qonaxa sêyem: Roja 01.10.1983`an cardin hêzên rejîmê kun bi kun li nav wan kempên navbirî digeriyan bona ku kesên rizgarbûyî cardin bikarin destbiser bikin.

Di encama vê opersayona qirkirina barzaniyan de 8 hezar barzanî hatin girtin û bo Bexdayê û piştre bo parêzgeha Dîwaniye hatin veguhastin. Piştî wê ku ji aliyê dadwerê Beisî `Ewad Bender ve biryara kuştina wan hate derkirin, her hemû bo çolistanên Şetre û Şenafiye û Badiye li parêzgeha Musena (navenda wê Semawe ye) hatin veguhastin û li wir hatin gullebarankirin, ku 315 kes ji wan nûciwan bûn.

Piştî wê ku sala 2003`an rejîma Beis a Iraqê hate rûxandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl da ku wan gorên komî yên enfalkiriyan peyda bike û termê qurbaniyan vegerîne Kurdistanê.

Sala 2004`an li çolistaneke Parêzgeha Musena li başûrê Iraqê 503 termên Barzaniyên enfalkirî hatin dîtin.

Sala 2014`an 93 termên din ên Barzaniyên enfalkirî dîsan her li çolistana pêşîn hatin dîtin.

Sala 2021`an jî 100 termên Barzaniyan li çolistana `Erer a parêzgeha Musena hatin dîtin. 

Enfala sala 1988`an

Enfala sala 1988`an di heşt qonaxan de hate cîbicîkirin:

Ew heşt qonax ji roja (23.02.1988 heya 06.09.1988)an wate 198 rojan berdewam bû.

Enfal bi biryara Sedam Husên serokomarê Iraqê ku hevdem Serokê Encumena Serkirdayetiya Şoreşê û Fermandê Giştî yê Hêzên Çekdar jî bû dest pê kir.   

Qonaxa yekem a enfalê:

Li nîveşeva 23.02.1988`an dest pê  kir û roja 19.03.1988`an bidawî bû.

Qonaxa yekem bo ser Dola Cafayetî û baregehên YNK`ê bû li gundên Sergelû û Bergelû, ji Çarta heya Mawetê û ji wir ve jî ber bi Silêmaniyê û ber bi Sûrdaş, Dukan û Bingird (ku 150 gund li xwe digirtin), û bi hezaran kesî ji akinciyên wan herêman destbiser kirin.

Enfala yekem bi serkirdayetiya wan fermandeyên hikûmeta Beis bi rê ve çû:

Lîwa Rukin Sultan Haşim Ehmed Mihemed El-taî cihgirê fermandê feyleqa 1.

(Navbirî di rûniştina hejmar 33 a dadgehîkirina tawanbarên operasyona enfalê di roja 21.12.2006`an de got: Ger fermana bikarhînana çeka kîmyayî jî dabana min, bi xatircemî ve min ê bi kar anîba.  

Elî Hesen Mecîd Tikrîtî berpisê ofîsa bakûr a Partiya Beis ku roja 21.12.2006`an di dema dadgehîkirina tawanbarên enfalê de got: “Ez ne poşman im ji wan karên ku min di dema opersayona enfalê de encam dane û ger rewşa wê demê dubare bibe, ez amade me heman karan cardin encam bidim”.

Opersayona qonaxa yekem a enfalê ji heşt milan ve dest pê kiribû. Herçend Newşîrvan Mistefa di rûpela 150 a pirtûka “Xûlanewe le naw bazineda” dinivîse ku wan zêdetir ji 600 şehîd û birîndar dane digel hejmareke zêde ji akinciyên herêmê, lê YNK`ê di daxuyaniya xwe ya fermî de (19.03.1988`an) ragehandiye ku xisarên me 60 pêşmerge bûn, lê xisarên dijmin 8 hezar çekdar bûne ku di nav wan de 400 efserên payebilind hebûne.

Qonaxa duyem a enfalê:

Di vê opersayonê de 27 tîpên leşkerî û hêzên Garda Komarî beşdar bûne, ku roja 23.02.1988`an ji heft milan ve bo ser navçeyên “Qeredax, Sengaw, Baziyan, Derbendîxan, Zerayen, Nesr, Erbet” dest pê kir.  

Roja 23.03.1988`an li ser daxwaza firokevan Xazî Ehmed Xelîl hindek gund hatin bombebarankirin ku di encamê de 78 kes şehîd û du sed kes jî birîndar bûn (Hin çavkanî behsa 69 şehîdan dikin). Herwiha bi hezaran kesî hatin enfalkirin û bo çolistanên başûrê Iraqê hatin veguhastin.

Ew opersayon roja 02.04.1988`an bi dawî hat.

Qonaxa sêyem a enfalê

Roja 07.04.1988`an dest pê kir û roja 20.04.1988`an bi dawî hat.

Armanca opersayona qonaxa sêyem a enfalê navçeya Germiyanê û sînorê birêveberiya bajarê Kerkûkê (Kerkûk, Leylan, Qadirkerem, Derbendîxan, Qere Hesen, Kifrî, Kelar, Sengaw, Tûzxurmatû, Cebare, Çemçemal û Qerehencîrê) bû. Zêdetir ji hezar gundên ser bi wan navçeyan digel çar melbendên ser bi navçeyên Sengaw, Qadirkerem, Qeredax û Leylanê hatin textkirin.

Ew opersayon ji neh milan ve dest pê kir.

Roja 14.04.1988`an rojeke reş e ku enfala herî hovane di wê rojê de hate encamdan. Lewra ew roj ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve wek roja Enfalê hatiye diyarîkirin.

Di wê qonaxê de nêzî 50 hezar kesî hate bêserûşûnkirin.

Qonaxa çarem a Enfalê

Êvariya roja 03.05.1988`an bi kîmyabarankirina gundên Goptepe û Esker ji 20 milan ve dest pê kir.

Wê opersayonê gundên ser bi (Kerkûk, Axceler, Pirdê, Teqteq, Tekiye, Xelekan, Çemçemal, Dukan, Dêgele, Rêdar, Sûrdaş, Şiwan, Koye) li xwe digirtin.

Di wê opersayonê de 28.550 kes jin, zarok û mêr hatin destbiserkirin û komkujkirin.

Ew qonaxa enfalê roja 08.05.1988`an bi dawî hat.

Qonaxên 5, 6, 7 ên enfalê:

Ew sê qonaxên enfalê ji sê milan ve roja 15.05.1988`an dest pê kirin û roja 26.08.1988`an bi dawî hatin.

Ev herêm li ber opersayonê ketin:

“Pirdê, beşeke Hewlêrê, Mesîf, Şeqlawe, Hîran, Dola Nazenînê, Herîr, Xelîfan, Dola Xoşnawetiyê, Rewandiz, Dola Melekan, Soran, Dola Wertê, Dola Xaneqa, Xetê, Çoman, Dêgele, Dola Simaqolî, Koye, Deşta Koyê, Hîzop, Çarqurne, Raniye, Qeladizê, Çiyayê Qendîlê”.

Şerê Xwakurkê ku roja 19.07.1988`an bo ser baregehên PDK`ê destpê kir û meh û nîvekê dom kir, beşek bû ji wan sê qonaxên enfalê.

Her di yekem roja destpêkirina vê qonaxê de dijmin bi çeka kîmyayî gundê Wertê û Dola Balîsanê bombebaran kir û di encamê de 22 kes şehîd bûn.  

Li ser hev 52 gund di wê opersayonê de hatin wêrankirin ku ji 2.602 kesan pêk dihat. Nayê zanîn ku hejmara sererast a destbiserkirî û bêserûşûnkiriyan çiqas bû, lê girtî destpêkê bo navçeya Topizava ya Kerkûkê hatin veguhastin û piştre jî birin bo çolistanên başûrê Iraqê.

Qonaxa heştem a enfalê:

Ew qonax 25.08.1988`an bo ser navçeya Badînan dest pê kir û roja 06.09.1988`an bi dawî hat.

Ew qonax ji enfalê li Duhok, Mûsil, Amêdî, Etroş, Îmînkê, Batûfe, Zaxo, Zawête, Zêwe, Dêrelok, û Kanî Masiyê birêve çû.

448 gund hatin wêrankirin û 13.361 kes jî hatin destbiser kirin û bêserûşûn kirin. Lê hin çavkanî behsa 32 hezar kesî dikin.

Roja 28.08.1988`an li gundê Kûrêmê hêzên Beisê 33 hemwelatî gullebaran kirin.

Di qonaxa heşt a enfalê de zêdetir ji 200 hezar serbazî beşdar bûn li gel hejmareke zêde ji fewca caşan ku 171 fewc bûn, digel zêdetir ji 100 yekîneyên leşkerî, ketîbeyên tank û tophavêjan, û yekîneya komando û Hêza Taybet.

Dadgeha Bilind a Tawanan yekem civîna xwe ya li ser tawanbarên enfalê roja duşemiyê (21.08.2006)an dest pê kir.

Tawanbarên sereke ên enfalê ku hatin dadgehîkirin ev heft kesane bûn:

-Sedam Husên ku roja 30.12.2006`an li ser tawana Duceylê hate darvekirin û li ser tawana enfalê nehate dadgehîkirin.

-Elî Hesen Mecîd (Elî Kîmyawî) ku roja 25.01.2010`an li ser tawana enfalê hate darvekirin.

-Sabir Ebdulezîz Husên Elî El-dûrî (Sê cezayên heta hetayî, û deh sal destbiserkirin)

-Husên Reşîd Mihemed Ereb El-tikrîtî  (Çar cezayên darvekirinê, û heft sal destbiserkirin).

-Sultan Haşim Ehmed Mihemed (Çar cezayên darvekirinê, du cezayên heta hetayî, pazdeh sal destbiserkirin, deh sal destbiserkirin, heft sal destbiserkirin, dîsan heft sal destbiserkirin)

-Ferhan Mutleg Salih Xelef El-cibûrî (Du cezayên heta hetayî, û deh sal destbiserkirin).

-Tahir Tofîq Elhac Yûsif El anî (Biryara bêtawanbûna wî hate derkirin).

Herçend tê gotin ku li ser hev 182 hezar Kurd hatine enfalkirin, lê hindek çavkanî behsê hejmareke zêdetir dikin. Wek mînak Nizar Ebdulkerîm Feysel El-xezrecî ku wê demê fermandê Hêza Ellahu Ekber bû, dema ku daxwaza mafê penaberiyê ji karbidestên Danîmarkê dike, dibêje wan: “Ez bêjme we, ku hejmara qurbaniyên Kurd di opersayonên enfalê de zêdetir e ji 250 hezar kesî in.  

Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê li hezîrana sala 2007`an enfal wek cînosayd nas kir û biryar da ku hikûmeta Iraqê qerebûya madî û meinewî ya malbatên qurbaniyan bike. 

Parlementoya Iraqê jî roja 14`ê nîsana 2008`an enfal wek cînosayd nas kir û sala 2017`an jî biryar da ku roja 14`ê nîsanê bibe rojeke nîştimanî û ew karesata reş bê bîranîn.

Li ser asta cîhanê heya niha tenê welatên Norwêç (2012), Swîd (2012), Brîtaniya (2013) û Koreya Başûr (2013) proseya enfalê wek cînosayd nas kirine.

Gera li pey termên qurbaniyan:

Heya meha tebaxa 2020`an, 2.672 termên qurbaniyên enfalê hatibûn peydakirin, ku termê hindek ji wan li van cihan hatibûn dîtin:

Sala 2004`an li Helebçê 30 term hatin dîtin.

Sala 2008`an li Xaneqînê 33 term hatin dîtin.

Sala 2010`an li Duhokê 30 term hatin dîtin.

Sala 2011`an li Dubizê 106 term hatin dîtin.

Sala 2012`an şeş gorên komî li Dîwaniye hatin dîtin, ku 730 term tê de bûn.

Sala 2013`an li çiyayê Hemrîn 158 term hatin dîtin.

Sala 2014`an li Duhokê 14 term hatin dîtin.

Çavkanî:

1-Ensîklopîdiyaya enfalê     A: Dersîm Dîbegeyî

2-Qonaxên Enfalê û komkujkirina Kurdan li Başûrê... | Rûdaw.net (rudaw.net)

3- ئامانج لە شالاوی ئەنفال چی بوو؟ حكومه‌تی عێراق چۆن به‌جینۆسایدی ناساند؟ (zamenpress.com).

4- شاڵاوی ئەنفال - ویکیپیدیا، ئینسایکڵۆپیدیای ئازاد (wikipedia.org)

5- komalkozhy-barzaniyakan (anfalistan.com)

6- ئەنفال، چەمک و قۆناغەکانی (knwe.org)

Çavkanî: Kurdshop.net

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin