ENK-S bang li Tirkiye û PYDê kir
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê kir gefên êrîşa li ser deverên Kurdî rawestîne. Herwiha daxwaz ji PYDê jî kir, bi tenê biyarên girêdayî bi çarenivîsa gelê Kurd ve nede.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro civiya û piştî civînê di daxuyaniyekê de amaje bi binpêkirin û tawanên ji aliyê grûpên çekdar ve li Efrînê dibin wek revandin, dizî, talan, destdanîna ser mal û milkên xelkê û guhartina demografî kir û berpirsatiya wan tawan û binpêkirinan xiste stûyê Tirkiyê û daxwaz jê kir, rê li ber grûpên çekdar bigire û wan ji Efrînê derbixe. Herwiha daxwaz ji Tirkiyê kir, rê bide koçber û derbiderên Efrînê vegerin ser mal û milkên xwe.
Di beşek din de, ENKSê daxwaz ji Tirkiyê kir gefên xwe li ser deverên Kurdî rawestîne û di heman demê de jî daxwaz ji PYDê kir bihaneyên ku Tirkiyê digire nehêle û bi tenê biryarên girêdayî bi çarenivîsa gelê Kurd ve nede.
Li ser pirsa serbestberdana girtiyên siyasî ENKSê tekez kir, serbestkirina çend girtiyan nabe alternativek ji girtina dosya girtiyên siyasî re û divê PYDê heyamên guncaw û zemîneyeke baş ji bo guftûgoyê peyda bike.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê bang li hemû rêxistin siyasî, çandî û civakî yên Kurd kir, helwestên xwe bikin yek û bi piştbestin bi çareseriya ku ENKSê ji bo avakirina Sûriyayeke Federalî bi sîstemeke demokratî, perlemantî û piralî ku tê de mafên gelê Kurd ên netewî bê gerentîkirin daniye kar bikin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin