ENKS bi wezîrê Birîtanî re civiya

ENKS bi wezîrê Birîtanî re civiya

Şandeke ji Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Niştimanî Kurdî (ENKS), bi endamtiya Kamîran Haco û Ibrahîm Biro, bi vexwendineke fermî ji Hikûmeta Birîtanya, serdala Londonê kir.

A+A-

Di wê serdanê de, şanda ENKS li gel wezîrê karûbarên Rojhilata Navîn yê Birîtanya û hin berpirsên din yên Hikûmeta Birîtanî civiya.

Di wê civînê de, şanda ENKSê dawîn pêşhatên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî û rewşa Sûryê bi giştî li gel wezîrê Birîtanî gotûbêj kir.

Berî serdana Birîtanya bike, şanda ENKSê bi vexwendineke fermî serdana Amerîka jî kir û li Koşka Sipî li gel ofîsa ewlehiya niştimanî ya Amerîkî civiya, herweiha çendîn civîn û hevdîtinên din jî li gel berpirsên wezareta derve ya Amerîka lidar xist.

Li gorî zanyariyan, biryar e di rojên pêş de, şanda ENKSê serdana welatên Frensa, Almanya û Finlenda jî bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin