ENKS di derheqa peyama Ocalan de: Derfeteke ji bo çarekirina pirsa Kurdan

ENKS di derheqa peyama Ocalan de: Derfeteke ji bo çarekirina pirsa Kurdan

.

A+A-

ENKS daxwazê ji Hikûmeta Tirkiyeyê dike ku bi awayekî erênî serederiyê bi peyama Ocalan re bike. Amajeyê dide ku, serkeftina wê pêşengiyê girêdayî pabendbûna PKKê û çekdarên wê bi peyama Ocalan ve ye.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) îro (În, 28.02.2025) di ragehandinekê de pêşwaziya peyama duhî (Pêncşem, 27.02.2025) ya Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan kir, ku tê de daxwaza danana çekî û hilweşandina PKKê kir.

ENKS wesa difikire ku serkeftina wê pêşengiyê girêdayî pabendbûna PKKê û çekdarên wê bi peyama Ocalan ve ye. Amaje jî da, “Ev pêngav derfeteke rastîn e, ji bo bidawîanîna tundûtîjiyê û piştbestina bi xebata siyasî û çareseriya aştiyane ya pirsa Kurdan li Tirkiyeyê.”

ENKS daxwazê jî ji Hikûmeta Tirkiyeyê dike ku bi awayekî erênî serederiyê bi peyama Ocalan re bike û bi awayekî dadperwerane ji bo çarekirina pirsa Kurdan dest bi danûstandinên cidî bike, herwesa pirinsîpên demokrasî û wekheviyê bi merema bicihanîna ewlehî û seqamgiriyê li Tirkiye û deverê biçespîne.

Banga Ocalan ji bo hilweşandina PKKê

“Banga Aştî û Civaka Demokratîk

PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.

Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.

Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.

Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.

Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt. 

Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.

Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.

Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.

Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.

Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.

Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.

25'ê Sibata 2025'an

Abdullah Ocalan”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin