ENKS di salvegera serhildana Qamîşlo de daxwuyanî da
.
ENKS di 18 em salvegera serhildana Qamîşlo de daxwuaynî da. Di daxwuyaniyê de ragihand ku wê ENKS ji bo dahatûya Kurdên Sûriyê doza mafên Kurda, di rêya aştiyane û qanûn de dewam bike û biparêze. Daxwuyanî bi awayekî nivîskî hat kirin û weha got:
“Çirûska serhildanê li Qamîşlo di maçekî fûtbolê de destpêkir, bi rihekî fîdakar reda sîstema zilmê qebûl nekirin û ji Efrînê heya Dêrikê, Heleb û Şamê temamê Kurda serî rakir. Di serhildanê de planên rejîmê têkçûn. Kurd benda tirsê şikandin û ew bû sedema şoreşa di sala 2011 ê de.
Em şehîdên Kurd, di rewşa şerê Sûriyê û bi giştî şerê herêmê de bibîrtînin. Ji ber wê ENKS ji bo Kurd mafên xwe yên netewî bidest bixin, ji bo mafên pêkhateyan bixin bin garantiyê, ew projeya siyasî ya ku bipêş xist, di temamê platformên siyasî de, bi hêzên şoreşê re û bi muxalefeta demokratîk ya Sûriyê re muzakere dike. Ev proje li ser serkeftina guherîna siyasî û xebatên yekîtiya netewiye.
Ji bo Kurd û pêkhateyên Sûriyê mafên xwe bixin bin garantiyê, wê temamê derfetên xwe yên dîplomatîk di rêya aştiyane de seferber bike.
Li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê grûbên bi desteka Tirkiyê demografiya deverê diguherînin, mafên mirovan binpê dikin û nahêlin xelk dagere ser axa xwe.
Rêvebiriya PYD ê bi rêya hêzên asayîşê lêpirsîn, tirsandin, bi mehkûmkirina birsê, bi revandina mirovan û ew kesên ne ji aliyê wan be, wan bêdeng dike. Ev rewş dike ku xelk ji bo ewlehiya xwe piparêze û jiyana xwe dewam bike koç dike. Rewş her çi dibe bila be em ê bi paş de gav navêjin.
Em bang li civaka navdewletî dikin ku li hember êşa Sûriyê bêdeng nemînin, bilez biryara 2254 ya Neteweyên Yekgirtî bicîh bînin. Em terefê yekîtiya Kurd û hevdîtinane.”
Serhildana Qamîşlo di 12 ê adara 2004 an de di dema li Qamîşlo maça fûtbolê dileyîst, Ereb di leha Saddam Huseyn de sloganan gotibûn û Kurd jî wan silogan û zilma Baasiyan ya ser Kurda bi sloganan protesto kiribûn. Şerê Kurd û Erebên Baasî ji wê derê destpêkiribû.
Terefdarên Ereb li ber çavê hêzên ewlehiyê êrîşê Kurdan kiribûn. Xelk derket kolananên Qamîşlo û daxwaza ‘Kurdistana Azad’ kir. Serhildan di demekî kurt de giha Kobanê, Serêkaniyê, Hesekê, Amûde, Efrîn, Heleb û Şamê.
Dema li serê Kaniyê û Hesîçayê Ereb dukkanên Kurda yaxma kirin, li Amûdê Kurd avêtin ser qereqolên dewletê. Li Amûdê peykerê Hafiz Esed roxandin, ala rejîma Baasê daxistin. Hêzên dewletê terka Amûdê kirin û rejîma Baasê di 16 ê adarê de karibû dagere bajêr.
Li Şamê xortên dixwendin yên Kurd, xwepêşandan kirin û Kurdên li Zorava û taxa Rukneddînê daketin kolanan. Di encamê de ji 40 kesî zêdetir kurd jiyana xwe ji dest dan. Bi sedan Kurd hatin girtin û wan birin dadgeha Şamê ji bo darizandinê.
Kurdên ku hatibûn şehîdkirin li Qamîşlo bi tevlîbûna 400 hezar kesî zêdetir hatin definkirin. Ala Kurdistanê û wêneyên Mele Mistefa Barzanî bilind kirin.
Heya niha jî her sal, salvegera serhildana Qamîşlo bi cûre aktîvîtena tê bibîranîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin