ENKS: Divê şopên “Kembera Erebî” nemînin!
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi minasebeta derbasbûna 45 salên di ser projeya “Kembera Erebî” li Rojavayê Kurdistanê re, daxwaza rakirina hemû projeyên şovenism ên bi derheqê gelê Kurd de hatine kirin, dike.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi minasebeta derbasbûna 45 salên di ser projeya “Kembera Erebî” li Rojavayê Kurdistanê re, daxwaza rakirina hemû projeyên şovenism ên bi derheqê gelê Kurd de hatine kirin, dike.
ENKS di daxuyaniyê de projeya şovenism a “Kembera Erebî” şermezar kir û ragihand, “Partiya Beis bi biryara (52) a sala 1974an, erd û zeviyên Kurdan yên di salên 1965, 1966 û 1967an dest danîbû ser wan ku bi dirêjahiya 272 K.M û kûrahiya 10 – 15 K.M (Nêzîkî 1 yek milyon Donim) li Erebên “Xemir” yên gundên wan di ava bendava Ferêt de mabûn belav kirin.”
Diyar kir ku, “Ev proje ji dema hatina Partiya Beis di sala 1963an de li ser desthilatê de plana wê dikir û lêkolîna ku ji aliyê Serokê Ewlehiya Siyasî ya Hesekê Mihemed Teleb Hilal hatibû danîn, lêvegera sereke ya projê bû. Li gor wê projê jî di 40 komelgeh li herêmên Kurdî ji Erebên Xemir re hatin avakirin.”
Di daxuyaniya ENKSê de hat jî, “Ji encama û projeyê û destdanîna ser zeviyên Kurdan, bi hezaran Kurd koçberî bajarên mezin wek Şamê bûn. Armanca wê projeya nijadperest, guhartina demokgrafiya herêmê bû û Partiya Beis karî beşek ji wê projeyê bicih bike.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat, “ENKS dê berdewam berevaniyê di ber mafên Kurd de bike û daxwaz ji hemû hêzên niştimanî û demokratî li Sûriye û civaka navdewletî dike, dan bi hebûna gelê Kurd û mafên wî di destûrê de bê kirin û hemû projeyên awarte û nijadperest bê rakirin. Herwiha gelê Kurd bê qerebûkirin û mal û milkên wan jê re bêne vegerandin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin