ENKS: Dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan binpêkirina prensîba hevbeşiyê ye

ENKS: Dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan binpêkirina prensîba hevbeşiyê ye

.

A+A-

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif got, “Dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan ji diyaloga niştimanî binpêkirina prensîba hevbeşiyê ye.”

Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê beyî hebûna Kurdan hat avakirin.

Komîte 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat avakirin, ev komîte ji 7 kesan pêk tê lê di nav wan de Kurdek jî nîne.

Îro jî bi heman awayî li Şamê civînek hat kirin ku şêniyên Hisîçayê beşdarî bûn lê tevgerên siyasî yên Kurdan nehatibûn vexwendin.

Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Feysel Yûsif bi bîr anî ku civîna îro jî beyî tevgerên siyasî yên Kurdan hatiye lidarxistin û ev wekî "binpêkirina prensîba hevbeşiya niştimanî û piştguhkirina rola pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyeyê" wesifand.

"Tevgera siyasî ya Kurdan xwedî dîtineke temam e"

Daxuyaniya Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif bi vî rengî ye:

"Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê di çarçoveya diyaloga niştimanî de ji bo xelkê parêzgeha Hisîçayê 20ê Sibatê li Şamê civîneke diyalogê li dar xist.

ENKS diyar dike ku diyaloga niştimanî ya Sûriyeyê ji bo paşeroja welêt dergehekî bingehîn e lê dûrxistina tevgera siyasî ya Kurdan ji van civînan binpêkirina prensîba hevbeşiya niştimanî û piştguhkirina rola pêkhateyeke sereke ya gelê Sûriyeyê ye ku bi dehsalan rastî siyasetên cudakarî û dûrxistinê hatiye û di bin desthilata hemû rejîman de ji mafên xwe yên rewa bê par hatiye hiştin.

Her wiha tevgera siyasî ya Kurdan xwedî dîtineke temam e ku êş û azarên gelê Kurd nîşan dide û ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveyeke niştimanî ya giştî de çareseriyên pratîk pêşkêş dike.

Ti diyaloga niştimanî ya li ser paşeroja Sûriyeyê nikare cidî an berhemdar be heta ku beşdariya hemû pêkhateyan, di serî de gelê Kurd bi nûnertiya hêzên xwe yên siyasî nebe.

Diyaloga giştî ya li ser bingeha prensîbên hevbeşî û naskirina hevbeş, rêya yekane ye ji bo avakirina bingehên Sûriyeyeke nû ya ku li ser bingeha dad û rêzgirtina pirrengiya siyasî û welatîbûna wekhev dûr ji ti dûrxistin an piştguhkirina hêzên niştimanî hatiye avakirin.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin