ENKS li gel balyozên nû û berê yên Amerîkayê civiya
.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê diyar kir, aliyê Amerîkî tekeziyê li ser çareserkirina nakokiyên ENKS - PYNKê dike.
Desteya Serokatiya ENKSê di daxuiyaniyekê de destnîşan kir, do 17/12/2021ê şandeke serokatiya ENKSê bi awayê “Online” bi balyozê berê David Brownstein û balyozê nû Matthew Burral re civiya.
ENKSê eşkere kir: “Aliyê Amerîkî tekezî li ser rola girîng a ENKSê di proseya siyasî û rewşa giştî ya Sûriyê kir û piştgiriya welatê xwe ji diyaloga Kurdî – Kurdî û pêwîstiya çareserkirina nakokiyên di navbera wan de nîşan da.”
Di daxuyaniyê de hat zanîn: “Di civînê de rewşa herêmên Kurdî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi giştî û rêyên alîkariya gelê Sûriyê hatin guftûgokirin.”
Herwiha ENKSê jî di civînê de tekezî li giringiya danûsatndinên Kurdî, gihîştina bi rêkeftinekê yekhelwestiya Kurdî û bicihkirina aramiyê li herêmê kir.
Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin: “Ji bo derbaskirina astengiyên heyî, tekezî li ser berdewamiya danûstandin û hevdîtinan hate kirin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin