ENKS: Me bi Mazlûm Ebdî re li ser 3 mijaran li hev kir

ENKS: Me bi Mazlûm Ebdî re li ser 3 mijaran li hev kir

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê (ENKS) doh bi hev re civiyan.

Neşet Zaza ku yek ji berpirsên payebilind ên ENKSê ye, ragihand ku di hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re li ser sê mijaran li hev kirine. Zaza wiha got: “Îro em hemû nakokî û pirsgirêkan taloq dikin.

Di dema ku naveroka civînê cihê meraqê ye, Zaza ji Rûdawê re got, di hevdîtina bi Mazlûm Ebdî re li ser sê mijarên bingehîn li hev kirine. Herwiha got: zincîre civîn di heyama meh û nîvekê de hatin kirin û bi beşdarbûna Serok Mesûd Barzanî di vê proseyê da bi erênî pêşda çû.

"Me bi DSGê re li ser 3 mijaran li hev kir"

Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSê Neşet Zaza rêkeftinên ku di civînê de hatine encamdan wiha kurt kir:

“Em hêvîdar in ku hevdîtinên ku gelê me bi hêviyeke mezin li benda wan bû, bigihêje encamê. Di hevdîtina me ya bi DSGê re, me li ser sê mijaran li hev kir.

Yekem; ji bo ku her kes bikaribe xwe bi azadî îfade bike û siyaseteke azad tê de bike, ava bike.

Duyem; amadekirina têgihiştineke siyasî ya hevbeş û destpêkirina danûstandinan bi hemû aliyên siyasî re li ser vê bingehê.

Ya sêyem jî avakirina şandeyeke hevbeş e ku bi rêveberiya nû ya Sûriyê re danûstandinan bike."

Heyeta wê biçe Şamê

Zaza diyar kir ku wê heyeta hevpar a ku wê biçe Şamê, hîna ne diyar e.

“Gelo tenê em û aliyê din di nava şandeyê de cih digirin, yan wê kesên serbixwe jî beşdar bibin. Ji aliyê din ve em hîna fikrên Şamê yên li ser vê mijarê nizanin."

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin