ENKS serokekî nû hilbijart

ENKS serokekî nû hilbijart

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) doh Yekşemê 10.12.2017 li Qamişloyê di civîna xwe de sekreterê PDK Siûd Mela weke serokê nû yê ENKS hilbijart.

A+A-

  Doh 10ê Mijdarê ENKSê li Qamişloyê civîna xwe ya asayî li dar xist. 

 
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela wek serokê nû yê ENKSê hat hilbijartin.
 
Hatibû gotin ku di 7ê Mijdarê de çaremîn kongreya ENKSê li bajarê Qamişlo bihata kirin, lê hejmarek ji koma Ciwanên Şoreşger ku ji aliyê hêzên asayişê ve dihatin parastin, rê li ber endamanên ENKSê girtin ku derbasî hola  Kongreyê bibin û rê nedan ku ENKS kongreya xwe girî bide.
 
Hate ragihandin, serokê berê yê ENKSê Ibrahîm Biro heta civînên Cenêva 8 bidawî bibin, wê di erka xwe de bimîne.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin