ENKS û Balyozê Amerîka li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û deriyê Pêşabûrê civiyan
.
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Balyozê Amerîka li Rojavayê Kurdistanê, binpêkirinên komên çekdar ên ser bi PYDê ve û kiryarên wan ên bûne sedema girtina deriyê Pêşabûrê gotûbêj kirin.
Desteya Serokatiya ENKSê bi daxuiyaniyekê diyar kir, do 10/10/2022an şandeke serokatiya ENKSê ku ji Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso û Feysel Yûsif pêk dihat, bi Balyozê Amerîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl re civiya.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, aliyê ENKSê di civînê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyan ligel aliyên Amerîkî û giringiya piştevaniya wê ji bo aramiya navçeyê kir ku ji ber têkçûna rewşa aborî û bandorên wê yên neyînî, welatî neçar dibin koçber bibin.
Herwiha ENKSê di civînê de amaje bi binpêkirinên komên çekdar ên ser bi PYDê ve yên li dijî ENKS kir û da zanîn, kiryarên wan koman bûne sedema girtina deriyê Pêşabûrê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve, vê yekê jî hîştiye rewşa welatiyan xerabtir bibe û deriyê wan ê sereke were girtin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Balyozê Amerîkî tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên li gel ENKSê û piştevaniya welatê xwe ji bo aramiya navçeyê kir û diyar kir, ew ê bi aliyên pêwendîdar re wan pirsgirêkên ku di civînê de hatine gotûbêjkirin çareser bike.
Di daxuyaniya ENKSê de herwiha hat eşkerekirin: “Balyozê Amerîkî got, Amerîka hewla vekirina deriyê sînorî dide, ji bo bikaranîna wê di warê aborî û mirovahî de, bêyî ku ti pirsên din bikevin karê wî derî, yan astengî li pêş çêbibin.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin