ENKS û Balyozê Amerîkî vegera koçberan guftûgo dikin
Desteya Serokatîya Enûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) li Qamişlo bi Balyozê Amerîkî William Robak û hevkara wî Emily Brandt civîya.
Navenda Nûçeyan - Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Mihemed Îsmaîl li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, di civînê de encamên serdana ENKSê bo Tirkîyê û pirsa yekrêzîya alîyên sîyasî hatin guftûgokirin. Ji alîyê xwe ve Balozê Amerîkî tekezî li ser girîngîya vegera koçberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanîyê li ser cih û warên xwe kir.
Robak dîyar kir, welatê wî piştevanîyê li yekrêzîya Kurdî dike, ku dê rola wê ya erênî ji bo çareserîya sîyasî ya giştî ya Sûrîyê dike û piştevanîyê li dariştina destûrekê dike ku mafên hemû Sûrîyan û di nava wan Kurd de tê de gerentî bike.
Herwiha Balozê Amerîkî William Robek tekezî li girîngîya hevkarî û hevdîtina her du alîyan kir.
Şanda Desteya Serokatîya ENKSê ji her yek Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Nimet Dawûd û Feysel Yûsif pêk hatibû.
K24
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin