ENKSê di derbarê girtî û wendayan de daxuyaniyek da
.
Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê siyasetmendarên li Rojavayê Kurdistanê bêserûşûn bûne de daxuyaniyek da û daxwaz kir çarenivîsa wan bi zelalî were eşkerekirin.
Berî çend rojan Endamê Polîtburoya Partiya Demekrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) Beşarî Emîn ragihandibû ku HSDê ji şanda ENKSê re gotibû, ku Emîr Hamid û Fûad Îbrahîm bi şaşî ji aliyê hevalên wan ve di zindanekê de hatine kuştin.
Vê axaftinê gelek gotinên din bi xwe re anîn, wê yekê hişt ku malbatên girtiyan dubare ji HSDê bixwazin çarenivîsa girtî û wendayên xwe bizanibin û ji aliyê Rêveberiya Xweser werin eşkerekirin.
ENKS jî daxuyaniyek derxist û daxwaz kir çarenivîsa wan bi zelalî were eşkerekirin.
ENKSê got, di civînên ligel HSDê de wan lîsteyek bi navê girtiyan pêşkêş kirine. HSD jî bi rêya daxuyaniyekê bersiva wan da, lê ENKSê dibêje ew daxuyanî têr nake, divê her tişt were zelalkirin.
HSDê berî niha di daxuyaniyekê de gotibû, dema ENKSê lîstek da wan, wan jî komîteyek ava kirin û encamên wan ev bû: “8 wendayî berî avakirina Rêveberiya Xweser û HSDê û di nearamiyê de wenda bûne, lê ew di derbarê Emîr Hamid û Fûad Îbrahîm de tehmûla berpirsiyariya exlaqî dikin û wê lêkolînên wan berdewam bin ji bo ku sûcdarên wendakirina wan bêne muhsebkirin.”
Emîr Hamid 11 meha 1ê sala 2014 wenda bûbû, Fûad Îbrahîm jî, 24 meha 3ê sala 2017 wenda bûbû
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin