ENKSê teqînên Ezez û Efrînê şermezar kir û bang li Tirkiyê kir
.
Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) her du teqînên li bajarên Efrîn û Ezazê ku doh û pêr çêbûbûn û hejmarek sivî jî hatbûn kuştin û birîndar kirin, şermezar kir. ENKSê herwiha bang li Tirkiyê jî kir komên çekdar ji deverên sivîl ên Efrînê derxe û dawî li binpêkirinên pêk tên bînin.
Emîndariya Giştî ya ENKSê îro 1ê Sibatê li ser mijarê bi daxuyaniyekê ragihand: “Di dema ku ENKS van kiryarên terorîstî yên li Efrînê û deverên din rû didin bi tundî şermezar dike û xwe bi hevxema qurbaniyan dizane, daxwazê ji dewleta Tirkiyê dike bi erk û berpirsyariyên xwe rabe û aramî û ewlehiyê li herêmên ku di bin kontrola wê de ne peyda bike.”
ENKSê daxwaz ji dewleta Tirkiyê jî kir, kar ji bo rawestandina binpêkirinên mirovî yên li dijî perensîp û belgeyên navdewletî yên di derheqê welatiyên resen ên herêmê de têne kirin bike û komên çekdaran ji navçeyên sivîlan derbixe.
Roja 30yê Çileyê li Efrînê otomobîleke bombekirî li herêma Pîşesazî ya Efrînê hatibû teqandin ku di encamê de 5 kes hatibûn kuştin û 28 kes jî birîndar bûbûn.
Doh 31ê Çile jî teqînek li bajarê Ezazê yê rojhilatê Efrînê rû dabû û di encamê de 8 kes hatibûn kuştin û 27 kes jî birîndar bûbûn.
ENKS
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin