
ENKSyê li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê daxuyanî da
.
ENKSyê li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê got, “Ji aliyê komîteyeke ku nûnertiya pêkhateyên cuda yên siyasî, etnîkî û olî nake ve hatiye amadekirin.”
Destûra demkî ya Sûriyeyê ku Komîteya Ragihandinê ya Destûrê ya Sûriyeyê radestî Ehmed Şer kir rastî bertekên tund ên aliyên cuda yên Sûriyeyê hatiye, bi taybetî ji aliyê Kurdan ve.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser Destûra demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) di daxuyaniya xwe de got:
“Em mat man ji Destûra Bingehîn a ku 13ê Adara 2025an li Şamê hat derxistin ku dûrî xwestekên avakirina dewleteke demokratîk e û cihêrengiya rastîn a civaka Sûriyeyê nîşan nade.
Ev daxuyanî ji aliyê komîteyeke ku nûnertiya pêkhateyên cuda yên siyasî, etnîkî û olî nake ve hatiye amadekirin û ragihand ji berfirehî û lihevhatina neteweyî bêpar e û bûye sedema berdewamiya nêzîkbûna dûrxistinê û yekdestdariya desthilatê.”
ENKSyê diyar kir ku daxuyaniyê guh neda cewhera piralî ya Sûriyeyê û anî ziman:
“Rastiya nasnameya wê wekî dewleteke pir etnîkî û pirolî, mafên neteweyî û olî yên pêkhateyên wê garantî nekir.
Bi dûrxistina pêkhateyên din yekparçeyiya neteweyî bi navê dewletê ava kir.
Her wiha prensîba bêbandorkirina dewletê ya ji olan bin pê kir, bi domandina şertê ku serok ji heman olê be ku ev yek berovajî prensîbên welatîbûna wekhev e ku bingeha her sîstemeke demokratîk e.”
"ENKS pêbendbûna xwe ya bi têkoşîna ji bo çareseriyeke dadmend û demokratîk a doza Kurdî tekez dike"
ENKSyê rexne li wê yekê girtin ku Destûr desthilatên berfireh dide Serokkomar û da zanîn:
“Deklerasyon sîstema navendî ya hikûmetê xurt kir û desthilatên berfireh da serokkomar, bêyî garantiyên zelal ên cihêbûna hêzan an hevsengiya sazûmaniyê. Tirsa vejandina otorîterîzmê bi şêwazên nû zêde kir.
Her wiha di bendên wê de sînordarkirinên zêde li ser azadiyên sivîl û takekesî hene û rola jinan a ji bo parastina statu û rola xwe ya civakî sînordar kir ku ev yek berfirehkirina otorîteriyê û tepeserkirina civakê ye.
Ji bilî vê, danîna dema veguhêz a 5 salan bêyî garantîkirina beşdariya dadperwerane wê vediguherîne amûreke ji bo domandina rastiya heyî, ne wekî pêşgotineke ji bo veguherîneke rastîn a siyasî.”
ENKSyê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê vê daxuyaniyê wekî gaveke din a ber bi yekalîbûnê û yekdestdariya desthilatê dibîne.
Her wiha ENKS pêbendbûna xwe ya bi têkoşîna ji bo çareseriyeke dadmend û demokratîk a doza Kurdî tekez dike.
Ji ber ku ew pirsgirêka gelên xwecihî ye di çarçoveya Sûriyeyeke nenavendî ya ku mafên hemû gelên wê garantî dike û dadmendî û wekheviyê di navbera wan de pêk tîne.”
Destûra demkî ya Sûriyeyê ya ku Komîteya Ragihandinê ya Destûrê ya Sûriyeyê amade kir û pêşkêşî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kir.
Di ragihandina Destûra demkî de hat diyarkirin ku qonaxa derbasbûnê dê 5 salan berdewam bike û dê bi pejirandina destûreke herdemî û lidarxistina hilbijartinan li gorî wê destûrê bi dawî bibe.
Her wiha Îslam wekî dîn ji bo Serokkomar û çavkaniya sereke ya qanûnê û zimanê Erebî jî zimanê fermî yê dewletê hatiye destnîşankirin ku “pirrengiya çandî ya civaka Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê û mafên çandî û zimanî yên hemû Sûriyeyiyan” misoger dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin