Enqere balyozê Îsraîlê dişîne welatê xwe!
Tirkiye bangî Wezîrê Îsraîlê yê li Enqerê Eitan Naeh kir û di derbarê bûyerên li Filistînê diqewimin notaya protestoyê da û ji balyozê Îsraîlê xwest ku biçe welatê xwe.
A+A-
Piştê biryara Donald Trump ya di derbarê Qudsê de filistiniyan li ser sînorê Îsraîlê xwepêşandan dan destpêkirin û di encamê de 60 filistînî hatin kuştin ji 2 hezarî zêdetir kes birîndar bûn.
Tirkiye li ser van geşedanan îro gazî balyozê Îsraîlê yê li Enqerê Eitan Naeh û notaya protestoyê da Îsraîlê. Herwiha ji balyozê Îsraîlê xwestin ku demekê ji Tirkiyê biçe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin