Enwer Yilmaz ji ber daxwaza perwerdeya kurdî hatibû sizadan
Enwer Yilmaz di sala 2001an de li Diyarbekirê di pîrozbahiyek Newrozê de tevlî helmeta perwerdeya zimanê zikmakî dibe û paşê tê binçavkirin û rastî êşkenceyê tê.
Mahîr Yuksel/(K24)
Welatiyek bi navê Enwer Yilmaz ê 20 sal berê ji ber daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî hatibû sizadan, niha jî ji ber biryara 20 sal berê ji kar hatiye îxraçkirin. Enwer Yilmaz dibêje tê xwestin ku Kurd li zimanê xwe xwedî dernekevin lê piştî ku ji girtîgehê derketiye wî dest bi nivîsa pirtûkên Kurdî kiriye.
Enwer Yilmaz ê 41 salî. Di sala 2001an de li Diyarbekirê de di pîrozbahiyek Newrozê de tevlî helmeta perwerdeya zimanê zikmakî dibe û paşê jî ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin. Di binçav de rastî êşkenceyê tê. Dadgeha Ewlekariya Dewletê jî bi tawanên bangeşeya rêxistina neyasayî, daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî 3 sal 9 meh sizayê girtîgehê lê dibirre û di biryara dadgehê de tê destnîşankirin ku daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî tawan e. Enwer Yilmaz dide zanîn ku paşê di çarçoveya Hevahengiya Yasayên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de yasayên Tirkiyeyê hatin guhertin.
Nivîskar Enwer Yilmaz ji K24ê re got: “Ji ber ku bo daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî min diruşme avêtibû, ez 20 salî bûm wê demê, ez ketim girtîgehê. Parêzerê min îtîraz kir, piştî ku 18 mehan girtîgehê de mam ez hatim berdan û dadgehê ji min re got berê daxwaza perwerdehiya zimanê Kurdî tawan bû lê niha êdî ne tawan e. Dewletê neheqî li min kir.”
Enwer Yilmaz di sala 2013an de di şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir de dest bi kare wergêriyê dike lê di sala 2016an de ji aliyê qeyum ve ji kar tê îxraçkirin. Dema ku bi rêyên hiquqî dibirse ku çima hatiye îxraçkirin dadgeh jê re dibêjin 20 sal berê ji ber daxwaza zimanê Kurdî siza li te hatiye birrîn. Enwer Yilmaz dibêje dadgeh jî di nav xwe de dikevin nakokiyê de ku 20 sal berê dadgehê ji wî re gotiye tû bê tawan î daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî ne tawan e, lê dadgehên niha wê biryarê wek sedema îxraçkirinê nîşan didin.
Enwer Yilmaz dibêje: “Dewletê 20 sal berê ji ber zimanê Kurdî siza daye min. Paşê ev siza hatiye betalkirin. Piştî 20 salan ez ji şaredariyê hatim îxraçkirin û sedema îxraçê wek biryara dadgehê ya hatî betalkirin nîşan didin. Ev ne hiquqî ye, ne wijdanî ye. Ezê doza xwe bişopînim. Heta dawiyê emê biçin. Doza me doza zimanê Kurdî ye. Ti pêwendiya min bi rêxistinekê re tine ye. Dewlet jî divê vî zimanî qebûl bike. Divê kesên bo ziman hatine mexdûrkirin jî werin qerebûkirin.”
Enwer Yilmazê ku ji ber daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî rastî êşkenceyê hatibû piştî ku ji girtîgehê derdikeve bêhtir giraniyê dide zimanê Kurdî û bi zaraveyê zimanê Kurdî bi zazakî berheman dide û biryar daye ku çîroka xwe bi zazakî binivîse û têkiliya mafê zimanê Kurdî û hiquqê bide nîşan.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin