Erdê xwe bifiroşe jî heqê fatûreyên DEDAŞ'ê dernaxe

Erdê xwe bifiroşe jî heqê fatûreyên DEDAŞ'ê dernaxe

Yek ji cotkarên ku DEDAŞ'ê ew mexdûr kirine Orhan Temel, anî ziman ku ji xeynî lêçûnên xwe heger erdê xwe gişî bifiroşe jî wê nikare di nav 75 rojan de 375 hezar TL cezayê ku lê hatîye birîn bide.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Şîrketa Belavkirina Ceryanê (DEDAŞ), di 14'ê Gulanê de bi hinceta "deyn nehatine danîn"  ceryana zêdetirî 40 tax û gundên girêdayî Qoser û Dêrika Mêrdînê birîbû. Ji ber ku ceryan hatîye qutkirin pompeyên avê yên gundîyan jî naşixulin û ji ber vê gundî bê av mane. Her wiha fatûreyên ku DEDAŞ'ê birîne jî balê dikişîne. Yek ji cotkarên ku DEDAŞ'ê ew mexdûr kirîye jî Orhan Kemal e. Kemal li gundê Selmê yê Dêrikê dijî û DEDAŞ'ê tenê ji bo 75 rojan jê re fatûreyeke 375 hezar TL şandîye. 

 

EZ Ê ÇAWA BIDIM? 

 

Temel, anî ziman ku ji bo ceryana ku di navbera 30.07.2019 û 17.10.2019'an de bi kar anîye 375 hezar TL deyn dane ber wî. Temel, dîyar kir ku 60 donim garis çadîye û tişta ji vî erdî bi dest wî dikeve 35 hezar TL ye û ji vî perî jî 17 hezar TL heqê gubre, derman û mazotê ye û got: "Heqê ceryanê pir zêde ye. Ev fatûra a 75 rojî ye. Bi giştî 95 donim erdê min heye û bedêla wî 300 hezra TL ye. Hûn bifikirin îja ez ê çawa bidim?" 

 

Temel, anî ziman ku ji bo heqê fatûreyan neyên dayîn fatûreyên wisa giran ji wan re tên şandin û got: "Paşê di televîzyonan de ji bo herêma me re dibêjin diz e. Dibêjin heqê ceryanê nadin. Wekî ku gelê herêmê zilmê li şîrketa ceryanê dike nîşan didin. A rat ev e; DEDAŞ zilmê li gel dike. Armanca wan ew e ku li herêmê cotkarî neyê kirin." 

 

Temel, destnîşan kir ku divê cotkar hemû li dijî DEDAŞ'ê xwedî helwest û biryar bin û got: "Li dijî DEDAŞ'ê divê em bitêkoşin." 

 

Şênîyê gund Veysî Taşkiran (33) jî anî ziman ku DEDAŞ bêyî ku li saetên ceryanê binere bi awayekî kêfî fatûreyan li wan diire û got, gava li dijî vê derdikevin jî cezayeke pereyî yê giran li wan tê birîn. Taşkiran, dîyar kir ku 40 donim garis çandîye û got, DEDAŞ'ê xwestîye bera çinînê fatûreyê li wan bibire lê belê ji ber ku li ber vê rabûye pêşî 80 hezar TL, dû re jî 70 Tl cez alê hatîye birîn. 

 

Taşkiran, bilêv kir ku ji ber fatûreyên DEDAŞ'ê êdî nikarin çandinîyê bikin û got, ji niha û pê ve wê çandinîyê neke. 

 

MA / Omer Akin

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin