Erdheja Hatayê rewşa xelkê Efrînê ji berê dijwartir kiriye
.
Erdheja duh êvarê ya ku navenda wê li Hatayê bû bandoreke mezin Rojavayê Kurdistanê jî kir û reşwa xelkê dijwartir kir.
Welatî Xelîl Teremûş ji ber ziyanên erdhejê û tirsa ducarbûna karesatê, mala xwe vala hiştiye û li bin konekî biçûk, bi xwe, zarokê wî û kesûkarên wî yên ji Cindirsê derketin, dijîn.
Xelîl Teremûş ku 3 kes ji malbata xwe di erdhejê de ji dest dane ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Xelîl Teremûş dibêje "Ez Xelîl Teremûş, ji gundê Kefersefrê me. Lawikek û 2 qîzên min di erdhejê de mirin. Malên me gişt hilweşiyane, em nikarin tê de rûnên. Mirovên xêrxwaz çadirek dan me niha em di çadirê de rûniştine, çadira me jî biçûk e, çîran û merivên me jî tên cem me."
Teremûş ji Rûdawê re got, heta niha tu kesî û ne jî tu Rêxistinê alîkarî ji wan re pêşkêş nekirine.
Xelîl Teremûş anî ziman "Merivên me tên cem me, em heta sibehê rûdinên. Kesî ti alîkariyek nedaye me, ne Xêrxwaziya Barzanî ne jî yên din. Alîkarî tên xelk dide dû em miletên Kurd nikarin bidin dû. Em nikarin li dû makînan bimeşin. Divê werin li deriyê xelkê bixin û alîkariyan bidin wan."
Piştî erdheja êvara roja duşemê, piraniya xelkê herêma Efrînê malên xwe bi cih hiştibûn. Wan şeva xwe li cade, li jêr konan, li nav otomobîlan, di nav sir û sermaya dijwar a zistanê de, heta sibeha sêşemê qedan dibû.
Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin