Erdogan: Em ê bo tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê referandumê bikin
Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihand, ku ji bo yekalîkirina pirsa tevlîbûna Tirkiyê bo Yekîtiya Ewropa, ewê referandumê bikin.
A+A-
Receb Teyib Erdogan dilgiraniya xwe beramberî siyaseta dijatiya Misilmanan ji aliyê Ewropiyan ve da xuyakirin û got: Heger danûstendin li gel Yekîtiya Ewropayê bi vî awayî be, em ê referandumê bikin û heger em bibin endam di wê Yekîtiyê de, emê gelek tiştan pêşkêş bikin.
Erdoğanî herwiha got: Em di sala 2018an de ne, lê hîn jî em li benda tevlîbûna Yekîtiya Ewropa ne.
Erdogan tekez kir, ku hin welatên endam di Yekîtiya Ewropa de, dijatiya Misilmanan dikin, lewra bi wan nexweş e, ku welatekî Misilman tevlî Yekîtiya wan bibe.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin