Erdogan gefa êrişê li Yunanistanê xwar: Îzmîrê ji bîr nekin
.
Li parêzgeha Samsunê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di gotara xwe ya di festîvala TEKNOFEST 2022ê de ji ber aloziyên Deryayê Egeyê gef li Yunanîstanê xwarin û got “Dibê ku em şevekê ji nişka vê bên.”
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemiyê 3yê Îlona 2022yan li Balafirxaneya Çarşambayê ya Samsunê beşdarî festîvala TEKNOFEST KARADENÎZ 2022yê bû û li wir gotarek pêşkeş kir..
Erdogan di axaftina xwe da got divê ew di warê teknolojiyê de şertên wisa çêkin ku ciwanên dibêjin fikreke min heye bila neçin dervayî wî welatî, divê ciwanên li dewletên din bên welatê wan.
Bi gotina Erdogan TEKNOFEST bûye festîvaleke ku 600 hezar ciwanên wan lê dikevin pêşbaziyê û got ji ber ku ciwanên wan evqas lê xwedî derketin ev mîna “şoreşeke hişî” ye.
Erdogan di vê gotara xwe de bersiva hişyariyên Yunanîstanê yên berî çend rojan li dijî balafirên Tirkiye yên bi ser asmanê welatê wan re derbasbûyî da û gef li wî welatî xwar.
Serokkomarê Tirkiyê di vê axaftina xwe de got: “Ey Yunan, li dîrokê binêre, tu ji vê zêdetir zêdegaviyê bikî dê berdêlên wê giran bin! Ji Yunanîstanê re tenê yek gotina me heye: Îzmîrê ji bîr neke. Dagirkirina giravan me eleqedar nake, ku dem û saeta wê hat ya pêwîst e em dê bikin. Em dibêjin, nîveşeveke ji nişka ve em dê bêdeng werin.”
Ev gotinên Erdogan piştî wê yekê tê ku di roja 30ê Tebaxê de Tikriyê eşkere kiribû ku balafirên Tirkiyê di dema bi ser asmanê deryaya di navbera Yunanîstanê Tirkiyê re derbasbûne ji aliyê balafirên Yunansîtanê û sîstema berevaniyê ya S-300 ya wî welatî ve hişyarî li wan hatiye kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin