Erdogan li Lijneya Giştî ya NY li ser 'operasyona Rojava' axivî
.
- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got “Ji me nayê hêvîkirin ku em li hember PKK û komên jêderên wê yên ku êrîşên terorî li dijî hêzên me yên ewlehiyê pêk tînin û yekparçeyiya axa Sûriyê tehdîd dikin, bêdeng bimînin. Em bi tundî radigihînin ku em dikarin li dijî terorê her cure tedbîran bigrin û li hember rêxistinên terorîst çi pêwîst be em dê bêdeng nemînin.”
Serokkomarê Tirkiyê di gotara xwe ya li Komcivîna Desteya Giştî ya Netweyên Yekbûyî de bêyî ku navê wê bîne bang li Amerîkayê kir ku ew li Rojavayê Kurdistanê dawiyê li piştevaniya xwe ya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîne.
Serokkomarê Tirkiyê Recep TayyîpErdogan di 77emîn Lijneya Giştî ya Netewên Yekbûyî (NY) de gotarek pêşkêş kir.
Erdogan di gotara xwe de behsa şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de û bandorên wê yên li ser cîhanê, aloziyên di navbera Azerbaycan û Ermenîstan û pêşhatên dawî yên li cîhanê û navçeyê kirin.
Erdogan di destpêka axaftina xwe behsa peymana korîdora dexlûdanan a ku di navbera Rûsya û Ukraynayê de ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî û Tirkiyeyê hatibû îmzekirin kir û got “Peymana Stenbolê ya ku ji bo domandina dabînkirina dexlûdanan xwedî girîngiyek krîtîk e, yek ji destkeftiyên herî mezin ên NY yên van salên dawî ye. Divê em bi hev re çareseriyek dîplomatîk a maqûl, adil û guncan bibînin ku rê bide her du alî bi rûmet ji krîzê derkevin.”
“Pêwîst e em Neteweyên Yekbûyî saz bikin”
Erdogan daxwaza xwe ya ji nû ve sazkirina Neteweyên Yekbûyî dubare kir û got “Pêwîst e ku em Neteweyên Yekbûyî wekî rêxistinek ku dikare ji bo nîzama cîhanek adiltir û ku îradeyek hevpar li ser navê tevahiya mirovahiyê pêk tê, çareserî çêbike saz bikin.”
“Berdewamiya aloziya li Sûriyê ewlehiya herêma me dixe metirsiyê”
Serokkomarê Tirkiyê tekezîya yekparîeyîya axa Sûriyê kir ûwiha anî ziman “Nêrîna polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê her tim aştîxwaz e. Em însiyatîfan digirin da ku bibin beşek ji çareseriyan, ne pirsgirêkan. Di vê çarçoveyê de em careke din tekezî li ser giringiya çareseriyeke mayînde ji kirîza Sûriyê re li gor hêviyên rewa yên xelkê li ser biryara Encûmena Ewlekariyê dikin. Berdewamiya xitimandinê hem ewlehî û aramiya herêma me û hem jî yekparçeyiya axa Sûriyê dixe xeterê.”
“Divê Encûmena Ewlehiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne”
Ji bo koçberan jî bi vî rengî alîkariyê ji civaka navnetewî xwest “Zêdetirî 4 milyon sivîl li Bakurê Sûriyê bi sîwana ewlehiyê û alîkariyên navdewletî yên ku welatê me pêşkêşî wan dike, xwe li jiyanê digirin. Divê Konseya Ewlekariyê berpirsyariya xwe ya dirêjkirina biryara mekanîzmaya alîkariyê bi cih bîne.”
“Yên ku bi guhertina navan hewl didin PKK meşrû bikin bila ji xeletiyên xwe vegerin”
Erdogan li ser mijara Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li Rojava jî rawestiya û got “Ne mimkûn e ku Tirkiye li hember PKK û komên jêderên wê yên ku êrîşî welatê me dikin û yekparçeyiya axa Sûriyê tehdîd dikin, bêdeng bimîne. Em bang li ew aliyên ku hewil didin bi rêyên fêlbaziyê navê vê rêxistina terorî biguherin û rewatiyê bidin wan, dest ji bi çekkirina terorîstan û piştavaniya wan berdin û dawiyê li xeletiya xwe bînin. Bi vê tekeziya xwe em radigehînin ku em li dijî terorîzmê her cor tedbîrekê werdigirin û bi ti awayekê xwe ji vê yekê nadin paş.”
“Ji bo projeya li Sûriyê piştgiriya navneteweyî pêwîst e”
Derbarê bicihkirina Erebên hawirde li Rojavayê Kurdistanê Erdogan alîkariyê xwest û wiha berdewam kir “Em 100 hezar xaniyên ji birîketan li gelek herêmên Sûriyê ava dikin da ku sivîlên ji şer reviyane di şert û mercên mirovî de jiyana xwe berdewam bikin. Her wiha me dest bi amadekariyên avakirina 200 hezar xaniyan kiriye, ku dê bi qasî 1 milyon Sûriyeyî vegerin ser warên xwe. Ji bo pêkanîna vê projeyê pêwîstî bi piştgiriya civaka navdewletî heye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin