
Erdogan li ser banga Ocalan daxuyanî da
.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser banga Ocalan got, "Li Tirkiyeyê qonaxeke nû dest pê kiriye."
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan doh xwest ku PKK fesix bike û çekan deyne.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê beşdarî çalakiyekê bû û rojve nirxand.
Edogan beşeke axaftina xwe ji banga Ocalan re vegetand û got.
"Yek ji astengiyên herî mezin ên ku em pê re rûbirû bûn belaya terorê bû. Di ceribandinên me yên 40 salî yên bi terorê re li Tirkiyeyê em rastî gelek zehmetiyan hatin."
Erdogan wiha pê de çû, "Terorê ne tenê yekîtiya dewleta me û aramiya gelê me, her wiha demokrasiya me, aboriya me û siyaseta sivîl jî kir armanc.
Tehdîda terorê bi salan wekî darekî hat bikaranîn ji bo şiklê siyasetê biguherîne û siyasetmedar di qadeke teng de heps bike.
Em di dema desthilata xwe ya zêdetirî 22 salan de qet neketine vê dafê. Me hevsengiya ewlehî-azadiyê her demê parast.
Me qet nehişt sî bikeve ser biratiya me ya ji destpêkê heta hetayê li van axan, me ew hîn bihêztir kir.
Ew hincetin ku rêxistina terorê wekî amrazên îstismarê bi kar tînin, yan ji holê rabûn, yan hatin çareserkirin, yan jî ketine rêya çareseriyê"
"Qonaexeke nû hat destpêkirin"
Erdogan amaje bi daxuyaniya Abdullah Ocalan kir û wiha anî ziman:
"Bi înîsiyatîfa wêrek a Serokê Giştî yê MHPyê hevparê me yê Tifaqa Cumhur Birêz Devlet Bahçelî dest pê kir û bi helwesta me ya bibiryar a hewldanên ji bo Tirkiyeyeke bê teror bi pêş ket, ji doh ve qonaxeke nû hat destpêkirin.
Derfeta me heye ku em ber bi armanca hilweşandina dîwarê terorê ku di navbera biratiya me ya hezar salî de hatiye çêkirin, gaveke dîrokî bavêjin."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin