Erdogan li ser Rojava daxuyanî da: Em dê êrîşa bejayî dest pê bikin
.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di civîna partiya xwe de derbarê operasyona nû ya wî welatî ya bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand, êrîş tenê di çarçoveya êrîşên esmanî de sînordar namînin û ew dê di demeke guncav de êrîşa bejayî dest pê bikin.
Erdogan bi gotina “Operasyona ku me bi balafir, top û dronan dest pê kiriye, tenê destpêk e” ragihand, “Di demeke herî maqûl de em dê ji bejayê jî êrîşî terorîstan bikin.”
Erdogan diyar kir,“Hêzên ku soz dabûne me ku dê li Sûriyeyê û ji herêmên ku di bin kontrola wan de ye li dijî me gef çênebin li ser sozên xwe nesekinîn.”
Serokkomarê Tirkiyê herwiha got, “Derbarê sînorên Sûriyeyê de me li gorî peymanên xwe hereket kiriye. Kesên li hemberî me gava gorî peymanan hereket nekin heqê me çêbûye ku em li çarereya serê xwe binihêrin.”
Erdogan da xuyakirin, her çiqasî hinek kes mebesta operasyona Tirkiyê fêm nakin jî, lê miletê wan hest bi hemû tiştî dikin.
Serokomarê Tirkiyê herêmên “Til Rifet, Minbic û Kobanî” wek cihên ku dê operasyon li wan deran bê lidarxistin, nîşan da û îdia kir, ku ew dê wan navçeyan kontrol bikin.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku artêşa wan 764 guleyên hawan û mûşek avêtine û di wan êrîşan de 32 kesan canê xwe ji dest dane.
Erdogan di nava axaftinên xwe de got ku piştî proseya çareseriyê, PKKê piştevaniya xelkê ji dest daye û hebûna wê li bakurê Iraqê jî kêm bûye, ji ber wê hemû hêza xwe daye ser Sûriyê.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin