Erdogan: Me operasyona Rojhilata Firatê taloq kir!
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganî ragihand ku piştî pêwendiya digel Trumpî wan biryar daye ku operasyona Rojhilata Firatê bidin taloqkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoganî, li ser operasyona ku heftiya çûyî dihat gotin, piştî çend rojan dê were encamdan ragihand, piştî axaftina digel Trumpî wan biryar daye di demeke nêzîk de ev operasyon dê encam nede û operasyon taloq kirine .
Erdoganî got: "Me ev operasyon li bendê hişt. Geşedanên dawî kir ku bo operasyona li dijî Rojhilata Firatê, em hinekî din jî li bendê bin lê ev yek ne bo wexteke nezelal e.
Li ser naveroka axaftina digel Trumpî Erdoganî da zanîn ku Serokê Amerîkayê Donald Trumpî jê pirsiye 'Gelo hûn dikarin DAIŞê paqij bikin an?' û li ser bersiva erênî ya Erdoganî jî, vekişîna Amerîkayê destpê kiriye.
Erdoganî herwiha amaje bi vê yekê jî kir ku ev taloqkirin û sekinandin ne bo demeke nezelal e û piştî çend mehên pêşiya me, dê operasyonê bidin destpêkirin.
Hêjayî gotinê ye ku ev taloqkirina bo çend mehan a operasyona Rojhilata Firatê di demekê de ye ku meha Adarê li Tirkiyê hilbijartinên herêmî dê were kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin