‘Erdogan ne bi roj û ne jî şev nikare bê’
.
Wezîra Derve ya Yûnanistanê ya berê Dora Bakoyannis têkildarî gefa Serokomariyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya li dijî Yûnaistanê nerazîbûn nîşan da û got: “Tişta herî baş a ji bo serokomarê Tirkiyê ew e ku ne şev û roj bê, ji ber ku bersiva ku dê werbigire dê ji bo wî gelek dijwar be.”
Parlamentera partiya desthilatdar (Demokrasiya Nû) û Wezîra Derve ya berê Dora Bakoyannis têkildarî rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanîstanê de û li ser gef û daxuyaniyên Erdogan yên li dijî Yûnanistanê ku gotibû “şevekê em dê ji nişka ve bên” ji Radyo û Televîzyona Yûnanîstanê ERT re axivî.
Li ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan Bakoyannis jî got, "Tişta herî baş a Serokomarê Tirkiyê bike ew e ku ne bi şev û ne jî roj neyê, ji ber ku bersiva ku dê werbigire dê ji bo wî gelekî zehmet be."
Bakoyannis diyar kir ku di warê berevanî û dîplomasiyê de Yûnanîstanê xwe “gelekî baş amade kiriye” û amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye nikare bi hêza xwe êrişî wî welatî bike û got: “Ev dê ji bo wî (Erdogan) gelek xirab be. Ji ber vê yekê ne bi şev û ne jî bi roj nikare were."
Parlamentera Yûnanî gotinên Erdogan wek provokatîf bi nav kir û got ku “ev gotin tenê sextekariyên beriya hilbijartinê ne û dixwazin bandorê li civaka Tirkiyeyê bikin.”
Tirkiye, Yûnanistanê li ser mijarên sînorên avê, koçberan, Qibris û çend mijarên din tohmetbar dike. Yûnanistan jî Tirkiyê wek dagîrker bi nav dike û şandina keştiyên pişkîner ên Tirkiyê bo çend navçeyên ava deryaya spî wek binpêkirinê bi nav dike.
Erdogan jî ji ber bicihkirina hêzên leşkerî li giravên nêzîk sînorê Tikriyê gefan li Yûnanistanê dike û di navbera her du welatan de krîzeke nû çêbûye.
Erdogan 3ê Îlona 2022ê piştî hişyarîdayîna Yûnanistanê bo balafireke wan a şer li ser deyayaya Egeyê bi sîstema S400, gef li wî welatî xwaribûn û gotibû:”Ey Yûnanistan li dîroka xwe binêre, eger tu zêdetir zêdegaviyan bikî dê berdêla vê bo te giran be. Eger dema wê hat em dê tişta pêwîst bikin. Dibe ku em şevekê ji nîşkekê ve bên.”
Serokomarê Tirkiye duh jî li Bosnayê jî heman gefên xwe yên li dijî Yûnanistanê dûbare kiribûn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin