Erdoğanî li ser krîzê li xwe mikûr hat: Hêj nikarim bêjim pirsgirêk tam çareser bûne
Piştî vegera ji Elmanyayê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğanî pirsên rojnamevanan bersivand. Erdoğanî got: "Weke hinekan dibêjin na, tu karê me bi IMFê re nîne. Em hêdî hêdî bi xwe ve tên"
A+A-
Piştî ji Elmanyayê vegeriya, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğanî pirsên rojnamevanan bersivandin.
Erdoğanî li xwe mikûr hat ku krîza aborî heye û got: "Berovajî bi gotinên hinekan, ti karê me bi IMFê re nîne. Di dema me de ew deyn qediya.Em aniha jixwe hêdî hêdî bi xwe ve tên. Di demekê pir kurt de em ê ji vê tengasiyê derkevin. Hê cidîtir, hê cihêtir em ê bikevin sala 2019an"
Li ser serdana wî bo Elmanyayê jî Erdoğanî got: "Em nikarin bibêjin me hemû pirsgirêk çaresek kirine. Elmanya bo me welatekî girîng e. Helbet pirsgirêk hene. Hêj nikarim bibêjim bi temamî çareser bûne."
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin