Êrîşa kîmyayî bo ser çendîn dibistanên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin

Êrîşa kîmyayî bo ser çendîn dibistanên Rojhilatê Kurdistanê hate kirin

.

A+A-

Di berdewamiya êrîşa kîmyayiya bo ser dibistanên keçan, îro dîsan bo ser dibistanên çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Merîwan, Selmas, Dêhloran, Kamiyaran, Dîwandere û Mêhranê, êrîşa kîmyayî hate kirin.

Sibêdeha îro roja Duşemî 15ê Reşemeyê, dîmenê çendîn dibistanên keçan di nav torên civakî de hatine belavkirin ku dîsan rastî êrîşên kîmyayî hatine û dersxwanan bi ambolansan bo nexweşxaneyê vediguhezînin.

Roja derbasbûyî bo ser aliyê kêm 80 dibistanên keçan li zêdetir ji 30 bajarên Kurdistan û Îranê de êrîşa kîmyayî hate kirin.

Berpirsên rejîmê sebebkarê vê yekê dixine stuyê dujmin û xwe ji afirandina vê tawanê diparêzin.

Rojanemya “Keyhan”ê Xamineyî di vê derheqê de nivîsiye, “navendên bîhanî piştperdeya wê senariyoyê ne”.

Lê beravajiyê vê rojnameyê, rojnamevan “Ebas Ebdî” û “Ebas Axûndî” Wezîrê berê yê Rê û Bajarasazî, sebebkarê jehrîkirina dersxwanên keç, “xwedî rejîm û hêzên mezhebî” dabûne zanîn.

Rojnameya Keyhanê Xamineyî bi tundî li dijî wan dinivîse û dibêje, “divê ew kesane ku piştevaniyê ji axavtinên dujmin dikin, bêne gazîkirin û bêne lêpîçînkirin”.

Rejîm bi hemû şêweyekî givaş xistiye ser malbatên derxwanan û gef ji wan xwariye ku nabe bi ti awayekî digel medyayên bîhanî hevpeyvînê bikin û xwe ji dana her cure zaniyariyekê biparêzin.

Heta hin ji malbatên wan derxwanan ji zarê personelên navendên dermanî gotine, “hêzên ewlehî yên rejîmê gef xwarine ku nabe encama ceribandinê ya jehrîbûna dersxwanan bi malbatên wan re bidin”.

Pêka gotina bikarhênerên torên civakî, di dema êrîşa bo ser dibistanan, hêzên kincşexsî yên ser bi rejîmê li derdora dibistanan têne dîtin û eva nîşaneya hevahengiya wan û bikerên wan êrîşane ne.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin