Êrişa Tirkîyê kontrolkirina girtîyên DAIŞê zehmetir dike
Li gorî rapora Gurûpa Krîzên Navdewletî, hêj jî li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de, metirsîya serhildan û xwe rêkxistina DAIŞê berdewam e.
Navenda Nûçeyan- Grûpa Krîzên Navdewletî raporek belav kirîye û tê de behsa metirsîya girtîyên DAIŞê dike, ku li jêr kontrola HSDê de ne, li Rojavayê Kurdistanê. Li gorî wê raporê, êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûrîyê, zîyan gihandîye hevsengîya leşkerî, û ev yek jî bûye sedem ku kontrolkirina girtîyên DAIŞê zehmetir bibe.
Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, balansa leşkerî ya navçeyê têk daye û vê yekê jî wiha kirîye kontrolkirina girtîyên DAIŞê girantir bibe û gefê jî li ser ewlehîya navçeyê û wan welatan jî dirust dike, ku ew girtî jê hatine.
Li gor raporê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûrîyê, 3 kamp hene, ku girtîyên DAIŞê ji mêr, jin û zarokên wan lê dimînin ew jî kampên Hol, Roj û Eyn Îsayê ne.
Li Kampa Holê bêhtir ji 70 hezar kesî hene û 30 hezar Iraqî ne, 11 hezar û 200 kesên bîyanî ne Ji 54 welatên cîhanê.
Li Kampa Roj a nêzîkî Qamişlo jî hezar û 700 kes hene, hezar û 200 kes ji wan bîyanî ne.
Li Kampa Eyn Îsa ya li bakurê Reqayê jî nêzîkî 13 hezar kesan hebûn, hezar ji wan bîyanî bûn û di yekeyeke taybet de, girtî bûn.
Lê piştî êrîşa Tirkîyê li ser Rojavayê Kurdistanê, hejmareke kêm ji wan girtîyan hatin veguhastin bo Kampa Hol û beşek ji wan hatin birin bo Tirkîyê û beşek ji wan jî winda bûn, ku zanyarî derbarê wan nînin.
Grûpa Krîzên Navdewletî dibêje ku divê welatên Rojava lezê bi wergirtina wan jin û zarokên ku kesûkarên DAIŞê ne, bikin.
Herwiha daxwaz dike lezê di vegerandina wan jinên ku gefê pêk naynin û pere û hêsankarîyên din ji wan jin û zarokan re peyda bikin ku li kampan dimînin.
Çavkanî: Rûdaw
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin